Rêxistinên Ciwanan ên Başûr çûn serdana Komalên Ciwan
Rêxistinên Ciwanan ên Başûr çûn serdana Komalên Ciwan
Rêxistinên Ciwanan ên Başûr çûn serdana Komalên Ciwan
Platforma Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji rêxistinên ciwanan ên Başûrê Kurdistanê pêk tê, çû serdana Biryargeha Komalên Ciwan. Nûnerên rêxistian ciwanan ji aliyê Berdevka Komalên Ciwan Şîmal Ulkem û Endamên Koordînasyonê Avar Elî û Axîn Mahîr û endamên Komalên Ciwan ve hat pêşwazîkirin. Nûnerên rêxistinên ciwanan bi Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok re jî hevdîtinek kirin.
Ji Platforma Ciwanên Başûrê Kurdistanê nûnerên 13 rêxistinan çûn serdana Komalên Ciwan û li ser yekitiya navbera çar parçeyên Kurdistan û ciwanan de sohbet kirin. Li ser navê şandeya ciwanên Başûrê Kurdisatnê nûnerê ciwanan ê ser bi Partiya Komunîst axaftinek kir û destnîşan kir ku divê êdî yekitiya ciwanên Kurd a netewî ava bibe û hemû astengiyên li pêşiya vê bên rakirin.
Nûner, rexnedayîna kêmasiyên demên derbasbûyî da û ji bo vê armancê ew amade ne hemû wezîfeyên dikevin ser milê xwe bicih bînin.
Berdevka Komalên Ciwan Şîmal Ulkem jî da xuyakirin ku ew girîngî û wateyek mezin didin serdana Platforma Ciwanên Başûrê Kurdisatnê û ew jî amade ne ji bo yekitiya netewî çi wezîfe bikeve ser milê wan bicih bînin.
Ulkem ragihand ku ji mêj ve wan ji bo yekitiya netewî hewldan kirine, lê ji ber şert û mercên neyînî ev yekitî bi pêş neketiye.
Şîmal Ulkem bal kişand ser pêkaneya şert û mercan û destnîşan kir ku ji bo rakirina qutbûna navbera rêxistinên ciwanên Kurd de, êdî ti astengî nîne.
Nûnerên rêxistinên ciwanan, bi Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok re jî li ser pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê axivîn. Ok da xuyakirin ku ew wateyê didin serdana ciwanan û bal kişand ser girîngiya yekitiya netewî ya Kurd. Ok got, "Gava mirov li gelemperiya cîhanê dinêrin, dibêjin Yekitiya Ewrûpa, Yekitiya Emerîka, Yekitiya Efrîka, Yekitiya Rûsya, Yekitiya Kafkasan. Hingî çima Yekitiya Kurdan çê nabe? Kurd bi zorê ji aliyê dagirkeran ve hatine perçekirin. Divê îro Kurd derfetên di destê xwe de bi hev re parve bikin. Di her warî de hêzê bidin hev. Divê berjewendiyên gelê Kurd li ser her tiştî bê girtin. Divê her tişt ji bo yekitî û azadiya gelê Kurd be. Pêwîste Kurd li Rojhilata Navîn li Cîhanê bibe hêzek û bibe xwedî nasnameyeke netewî. Kurd êdî vê heq dikin."
Ok li ser pirsên ciwanan ên li ser pêvajoya çareseriyê jî diyar kir, ku ew biryara xwe ya vekişînê pêk tînin û got, "Dewleta Tirk soza gavan da û êdî li bendê ne wan sozên xwe bicih bîne."
Di nava şandeya rêxistinên ciwanên Başûrê Kurdistanê de van rêxistinan cih girtin: "Saziya Ciwanên Kurd a Netewî, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê ser bi Yekitî Niştimanî Kurdistan YNK, Rêxistina Ciwanên Demokratîk a Kurdistanê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK, Rêxistina Ciwanên Demokratîk a Kurdistanê Îran a ser bi Partiya Komunîst, Komeleya Xurtkirin û Destekkirina Hunerên Ciwanan, Ciwanên ser bi Tevgera Goran, Komeleya Ciwanên Ekolojîst, Navenda Pêşvebirina Aktîvîteyên Civakî ya ser bi Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê, Ciwanên Tevgera Îslamî ya ser bi Tevgera Îslamî, Tevgera Ciwan û Xwendekarên Serbixwe ya ser bi Partiya Rizgariya Parêzvanên Krudistanê, Cwain û Xwendekarên Demokratên Pêşengên Kurdistanê ya ser bi Tevgera Demorkatîk a Gelê Kurdistanê û Hewldana Ciwan û Xwendekarên Kurdistanê ya ser bi Partiya Kedê ya Kurdistanê.