Rêxistina Efûyê: Hikûmeta Sûriyeyê li Gûtaya Rojhilat sûcê şer kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi bomberdûmanên zêde li hemberî welatiyên Gûtaya Rojhilat a nêzîkî Şamê “sûcê şer” kiriye.

Rêxistina Efûyê di rapora ku nû weşand bal kişand ser li herêma Gûtaya Rojhilat 163 hezar kes di bin dorpêçê de têkoşîna jiyanê dimeşînin.
Rêxistina Mafên Mirovan nerazîbûn nîşanî koma çekdar a “Artêşa Îslamî” ku ew jî li wê herêmê qanûnên şer binpê dike da.
Gûtaya Rojhilat a nêzîkî rojhilatê paytext Şamê nêzîkî du sale di bin dorpêça hêzên hikûmetê de ye. Di van mehên dawiyê de ev dorpêç hîn zêdetir hatiye kirin.
Astengkirinên hatine danîn gihandina xurek û ava paqij jî sînordar kiriye û dibe sedem ku rewşa mirovî hîn girantir bibe.
Li gel van astengkirinan jî herêm ji hewayê ve tim tê bomberdûman kirin.
Alîkarê Midûrê Programa Afrîkaya Bakur û Rêxistina Efûyê ya Rojhilata Navîn Saîd Bûmedûha got, “Rejîma Sûriyeyê carek din bi awayekî rasterast û bê pîvan herêmên xwedî şênî bomberdûman dike û bi awayekî mirovên sîvîl dorpêç dike û ‘sûcê şer’ dike.”
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di navbera mehên Çile û Hezîranê de ji aliyê rejîmê ve 60 êrîş li hemberî Gûtaya Rojhilat pêk hatine. Rêxistinê diyar kir ku cihên têne bombekirin ji bo hîn zêdetir zerar bidin sivîlan û rê li ber windahiyên zêdetir vekin têne hilbijartin.
Bûmedûha got, “Hêzên hikûmeta Sûriyeyê dixwazin gel ber bi terorê ve dehf bidin.” Di raporê de sûcdariya ku hikûmeta Sûriyeyê birçîbûnê weke çekekê bikar tîne jî lê tê kirin.