Rêxistina Çawî Emro biryara Danîmarka şermezar kir

Rêxistina Çawî Emro biryara Danîmarka şermezar kir

Rêxistina Çawî Emro ya li Herêma Kurdistanê mafê rojnamevanan diparêze, biryara betalkirina lîsansên televîzyonên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC şermezar kir û got: "Bi girtina televîzyonên Kurdan zextê li neteweyekê dikin."

Rêxistina bi navê Çawî Emro ku li Herêma Kurdistanê maf û azadiya çapemeniyê diparêze û dişopîne, bi daxuyanekê biryara betalkirina lîsansa weşanê ya kanalên televîzyonên NÛÇE TV, ROJ TV û MMC ku ji aliyê dadgeha Danîmarkayê ve hate dayin, şermezar kir.

Rêxistina azadiya çapemeniyê da zanîn ku ev biryara Dadgeha Danîmarkayê ya li hemberî her çar kanalên televîzyonên Kurdan li dijî hemû neteweya Kurd e û got; “Bi vê biryara Dadgeha Danîmarkayê mirov ji demokrasiya Ewropa û Danîmarkayê dikeve gumanan.”

Rêxistinê ji Parlamento û Hukûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo van her 3 kanalên Kurdan bi awayekî yekser bikeve nava hewldanên dîplomasî û ji dewleta Danîmarkayê xwestin ku vê biryara xwe ya li dijî kanalên Kurdî şûnde vegerîne.