Rêxistina BDP'ê ya Motkî 2. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist

Rêxistina BDP'ê ya Motkî 2. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Motkiyê, 2. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist. Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hat kirin û Çetîn Bîrlîk ji bo Serokatiya BDP'ê ya Navçeya Motkî hat hilbijartin.

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Motkiyê, 2. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Kongre li avahiya BDP'ê ya navçeya Motkî pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Di kongreyê de êndamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Rahmî Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Şahîn Çoban, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan, reveberên bajar û navçeyan ên BDP'ê, nûnerên MEYA-DER, ÎHD û KESK'ê amade bûn. Li dû deqeyek rêzgirtinê dîwana kongreyê hat hilbijartin û endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Rahmî Çelîk axaftina vekirinê kir. Çelîk da xuyakirin ku hewldanên dawî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê ji Kurdan ji gelek deverên cîhanê ve piştgirî dîtiye û ketiye rojeva cîhanê.

Li dû Çelîk Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Şahîn Çoban axivî û destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de meywe û berhemên têkoşîna bi salan a gelê Kurd hêdî hêdî tên dîtin. Çoban diyar kir ku bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tevgera azadiyê ya gelê Kurd gihaştiye qeonaxeke gelekî mezin û destnîşan kir, ku azadî bi yekitiyê dibe. Çoban di axaftina xwe de bang li cerdevanan jî kir û anî ziman ku li gel hemû bûyerên neyînî jî, rizgariya cerdevanan dîsa li cem gelê Kurd e.

Piştî axaftinan raporên malî û xebatê hatin xwestin û dûre bi yek lîsteyê hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de Çetîn Bîrlîk bû Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Motkî.