Rewşa tenduristiya Alkan ê ji polêsan reviya, xeter e

Rewşa tenduristiya Alkan ê ji polêsan reviya, xeter e

Li dû serketina Lîsteya Şîn a Hewldana Karsazên Demokratîk, ciwanan xwestin vê serketinê pîroz bikin, lê belê li êrişa polêsan rast hatin. Diyar Alkan ê 22 salî ku ji êrişa polêsan reviya, ji kendalê 20 metre bilind wergeriya. Alkan ê ji Geverê, ji serê xwe bi giranî birîndar bû û ew rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîlceyê. Hat ragihandin, rewşa Alkan giran e û pêwistî bi xwîna A (+) heye. 

Şahidekî bûyerê ji ANF'ê re axivî û got, "Li dû hilbijartinan ciwanan pîrozbahî kirin. Polêsên li wê derê êrişî ciwanan kirin û da dû wan. Ciwan jî reviyan herdu aliyan. Polêsan dabûn dû diyar, min ew herî dawî li kêleka rê dît. Tuyê bêjî piştre ji kendêl wergeriyaye. Heta bûyer xelas nebû, kes pê nehesiya bû. Dûre bang li ambûlansê kirin û ew birin nexweşxaneyê.