Rewşa Bulut ê li Licê bi giranî birîndar bû hîn jî xeter e

Rewşa Bulut ê li Licê bi giranî birîndar bû hîn jî xeter e

Di bûyera beriya niha bi 2 rojan a Licê de rewşa Metîn Bulut ku hîn jî xeter e, tedawiya 9 birîndarên li nexweşxaneyê jî berdewam dike.

Li Licêya Amedê berî niha bi 2 rojan leşkeran êrîş bir ser girseya ku çêkirina qereqolan protesto dikir. Di encama wê êrîşê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim hat qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Metîn Bulut ê bi giranî birîndar bibû hîn jî xetere. Bav Behcet Bulut ku der barê kurê xwe de agahî da destnîşan kir ku kurê wî bi qismî be jî hatiye ser hişê xwe lê bi giştî şiyar nebûye û bijîşkan gotiye ku rewşa kurê wî hîn jî xeter e û di bin kontrolê de ye. Her wiha hat destnîşankirin ku tedawiya Ronîda Pervane berdewam dike û talukeya wê ya jiyanî nîn e. Dîsa di vê derbarê de hat ragihandin ku Veysî Ozmal ê birîndar piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketiye.

Der barê Ramazan Çakil ê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê û Dînar Demîr a sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê hatibû kirin de agahî nehatin wergirtin.