Rewşa Alkanê ê birîndar hêj giran e

Rewşa Alkanê ê birîndar hêj giran e

Rewşa xwendekarê zanîngehê Diyar Alkan ê 22 salî ku di hilbijartina DTSO'ê de di muaxaleya polîsan de ji dîwar ket xwar û bi giranî birîndar bû hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. 

Di hilbijartinên Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) de ya 16 komên pîşeyî tevlî bûn de Hewildana Karsazên Demokratîk a ku bi Lîsteya Şîn tevlî hilbijartinê bûn 12 komên pîşeyî qezenc kirin. Lîsteya Zer 3 komên pîşeyî û Lîsteya Spî jî komekî pîşeyî qezenc kir. Piştî hilbijartinê ciwanan xwest encama hilbijartina DTSO'yê bi fîşekên hewayî pîroz bike. Di pîrozbahiyê de polîsan mudaxaleyî komê kir û Xwendekarê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Dîcleyê Diyar Alkan ji dîwarê 10 metre bilind ket xwar û xwîn çû ser mejiyê wî. Alkan ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Alkan hêj ji serwîsa venêrtina zêde nehatiye derxistin. Rewşa Alkan hêj giran e û talûkeya mirinê ji ser xwe ne avêtiye. Doktor ji ber ku di xwîna çûye ser mejî de bi awayekî cerahiyê mudaxale nakin, hewl didin ku bi dermanan tedawî bikin. Hat zanîn ku Alkan bi dermanan tê razandin.