Rewşa Alkan giran e
Rewşa Alkan giran e
Rewşa Alkan giran e
Rewşa tenduristiya ciwanê Kurd Diyar Alkan ê piştî hilbijartinên DTSO dema ji polêsan direviya ji ser dîwar ket û xwîn rijiya ser mejiyê wî, girane.
Piştî hilbijartinên Odeya Pişeyî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), ciwanan xwestin bi fîşekên hewayî serketinê pîroz bikin, lê polêsan bi dijwarî dest li wan werdan û bi lêdanê xwestin ciwanan bikin binçavan. Xwendekarê pola dawî ya Dibistana Bilind a Pişeyî ya Zanîngeha Dîcleyê Diyar Alkan (22), dema ji êrişa polêsên Tirk reviya, ji ser dîwarê 10 metre bilind ket xwarê, bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku rewşa Alkan hînê giran e û wê 48 saetên din jî li unîteya lezgîn di bin çavdêriyê de bimîne.
Hat hînbûn ku rewşa Alkan ê xwîn rijiyaye ser mejiyê wî, nikare bi emeliyatê were çareserkiirn, lewma wê dayîna dermanan îro jî dewam bike. Doktoran diyar kir ku dermankirina Alkan bi berxwedana laşê wî ve girêdayî ye. Bi bihîstina bûyerê re malbata Alkan ji Geverê hatin Amedê û polês şermezar kir.