‘Rewabûna qedexeya li ser PKK’ê nîne’
‘Rewabûna qedexeya li ser PKK’ê nîne’
‘Rewabûna qedexeya li ser PKK’ê nîne’
Qedexeya Almanyayê ya li ser PKK’ê 20 salên xwe tije kir. Bi sedhezaran kurdên li vî welatî dijîn dixwazin qedexe rabe. Nûnerên rêxistinên ciwanan yên ji netewên cuda, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna kurdan ya li dijî qedexeyê û got qedexe pêkanînek dij demokratîke û got divê demildest rabe.
Kurdên ku li cîhanê 40 mîlyon nifûsa wan heye û ev 35 sale ji bo statuya xwe têdikoşe, ev 20 sale Almanyayê PKK qedexe kiriye. Li Almanyayê kurd û komeleyên wan di bin zextan de ne. Siyasetmedaran digirin, krîmînalîze dikin. Reng, al û posterên Ocalan qedexene. Ligel van pêkanîn kurd 20 sale berxwe didin û ev qedexeya PKK’ê bê wate hiştin. Nûnerên rêxistinên ciwanan a navnetewî û Almanyayê, diyar kirin ev qedexeya li ser PKK’ê bê wateye û bila rabe.
Berdevkê Rêxistina Ciwanan a Partiya Keskan Nîdersachsen Ture Hînrîchsen, berdevkê koma Atesh a Hamburgê Lu Lana Nîekel, berdevka Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê Sozdar Sevîm,li ser vê rêxistina Ciwanên DÎDÎF Yusuf As, berdevkê organîzasyona Ciwanan a Tamîl ya Almanyayê Suzan Ergun, ji ANF’ê re axivîn û bertek nîşanê qedexeya li ser PKK’ê dan.
HÎNRÎCHEN: QEDEXE DIJ DEMOKRATÎK E
Berdevkê Rêxistina Ciwanan a Partiya Keskan a Nîdersachsen Ture Hînrîchsen diyar kir ku qedexeya li PKK’ê di encama têkiliyên berjewendiyê yên Alman û Tirkiyeyê de derketine holê. Hînrîchsen got Almanya li hemberî kurdan zextan pêk tîne û wiha got: “Bi ser saziyên wa de tên girtin. Siyasetmedarên wan tên krîmînalîzekirin. Vê jî qedexeyê re girê dide. Ev qedexe dij demokratîke û rewabûna wê tune. Di demeke kurt de divê bê rakirin. Em piştgiriyê didin têkoşîna kurdan a l dijî rakirina qedexeyê. Em li dijî şîdetê ne. Hêzên demokatîk tên krîmînalîzekirin. Her kes bi awayekî azad dikare xwe îfade bike. ji bo vê jî divê destpêkê ev qedexe rabin.”
NÎEKEL: QEDEXE NAYÊ QEBÛLKIRIN
Berdevkê Koma Atesh a Hamburgê Lulan Nîekel jî diyar kir ku ew qedexeya PKK’ê şermezar dikin û wiha pê de çû: “PKK ligel ku partiyek pêşdeçûyiye, ev 20 sale qedexeye. Pêşdarazeke Alman li dijî PKK’ê heye. Wek teror dibîne. Pergal dixwaze vê di nava civakê de belav bike. divê hêzên demokratîk û şoreşger li dijî vê derkevin. Divê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Divê bi panel, semîner û civînan ev îmaj bê şikandin.
SEVÎM: GELÊ ME VÊ QEDEXEYÊ QEBÛL NAKE
Berdevka YXK’ê Sozdar Sevîm qedexeya li ser nûnerê rewa yê kurdan PKK’ê nayê qebûlkirin û got: “Bê guman di bin vê qedexeyê de berjewendiyên siyasî û aborî heye. PKK ji ber ku li gorî berjewendiyên wan tevnagere, biryarek wisa girtin. Lê bila vê bizanin gelê me tu car vê qebûl nake. Ev 20 sale li dijî vê têkoşiyan. Ji ber ku PKK di wijdan û dilê gelê me de partiyeke rewa û mafdare. Tevgereke demokratîk û şoreşgere. 35 sal jî ispata vê ye. Hem dewleta alman û hem jî dewletên din ên mêtînger bila vê baş bizanin.”
AS: QEDEXE BI TÊKILIYÊN TIRKIYEYÊ RE ELEQEDER E
Li ser navê Rêxistina Ciwanan a Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) Yusuf As jî diyar kir ku li Almanyayê PKK û gelek rêxistinên şoreşger di lîsteya qedexeyê de cih digirin û wiha pê de çû: “Dema mirov li dîroka Almanyayê dinêrin, partî û rêxistin her tim di bin zextan de ne. Di dîroka Almanyayê de partiya xw eya komunîst jî qedexe kiriye. Di roja me de di lîsteyê de DHKP-C û partiyên din jî hene. Lê li dijî PKK’ê rêbazek cuda tê meşandin. Ji ber têkiliyên Tirkiyeyê cuda tevdigere.
AVUNAKIRINATHAN: PLANEK NAVNETEWIYE
Berdevkê Organîzasyona Ciwanên Tamîl a Almanyayê Elaventhan Avunakirinathan jî got di seranserê dîrokê de gelên bindest kirine qurbana berjewendiyên navnetewî û wiha dirêjî da axaftina xwe: PKK di encama polîtîkayên emperyalîst de hatiye qedexekirin.Di serî de Tamîl û Kurd, bi sedan netew di hedefa hêzên mêtînger û emperyalîst de ye. Ev qedexe jî encama vê ne. Em wek gel, me êşa wê pir kişand. Bi hezaran mîlîtanê me ku têkoşîna azadiya gelan didan hatin îmhakirin. Li dijî gelê me komkujiyek hovane pêk hat. Bi hezarna hatin surgunkirin. Gelê tamil qirkirin. Ev planeke navnetewî bû. Pirsgirêka me yek e.
EM QEDEXEYÊ ŞERMEZAR DIKIN
Berdevka YDG’ê Elîf Ozge Ozcan jî da zanîn ku ew li dijî qedexeya PKK’ê ne û wiha pê de çû: “nexweşiya herî mezin ya kapîtalîmzê faşîzm û nîjadperestiye. Ev qedexe jî encama vê ye. Ji ber ku nêrîn û daxwaza PKK’ê li holê ye. Ev jî Almanya û hêzên emperyalîst ditirsîne. Li dijî van pergalên ku qedexeyê tîne divê têkoşîn bê dayîn.
Berdevka Young Struggle Suzan Ergun diyar kir ku qedexeya li PKK’ê di encama hevkariya Almanya û Tirkiyeyê de pêk hatiye û got ji bo ev ji holê rabe divê têkoşîna hevpar bê meşandin. Ergun ji bo meşa 16’ê mijdarê ya li Berlînê pêk tê bang kir û got divê her kes tevli vê meşê bibe.”