Rêveberiya nexweşxaneyê çav li qetilkirina F. O. girt
Rêveberiya nexweşxaneyê çav li qetilkirina F. O. girt
Rêveberiya nexweşxaneyê çav li qetilkirina F. O. girt
Pêkhateyên DOKH'ê yên Wanê der barê qetilkirina F. O. de diyar kirin ku tevî wan ji kesên ku di nexweşxaneyê bi wê re diman û ji peywirdarên nexweşxaneyê re gotine ku hevserê F. O. gef li wê dixwe jî tiştek nehatiye kirin û ew terkî mirinê hatiye kirin.
Pêkhateyên DOKH'ê yên Wanê ji bo F. O. ya ku di 30 Mijdarê de ji aliyê hevserê xwe ve li nexweşxaneyê hat qetilkirin li Navenda Jiyanê ya Rojînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê pêkhateyên DOKH'ê Sosyolog Evîn Ozgur daxuyanî xwend. Ozgur diyar kir ku hevserê F. O. gef li wê dixwarin rexmî ku wan ev yek ji peywirdarê nexweşxaneyê re gotine jî ti tiştek nehatiye kirin.
Ozgur da zanîn ku di her beşên civakê de zext hene, ev zext jî pirsgirêka zîhniyetê ye û wiha got: "Divê em şîdet û qetilkirinên jinan rawestînin. F. O. ji ber "meseleya deyn" hat qetilkirin. F. O. di nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yuzuncu Yil a Nedîm Paşayê dema kurê wê li gel bû ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. F. O. ji ber ku meseleya hevserê wê ya deynan hebû hat qetilkirin. Hevserê F.O. piştî ku xizmê xwe Ç. Ç. kuşt hevsera xwe jî qetil kir."
Ozgur destnîşan kir ku beriya niha jî hevserê F. O. gef li wê dixwar, tevî ku ev yek ji rêveberiya nexweşxaneyê û peywirdaran re gotine jî rêveberî û peywirdarên nexweşxaneyê ti tedbîrên ewlehiyê negirtine. Ozgur bilêv kir ku carek din hat dîtin ku jin di ti qadên civakê de ne di bin ewlehiyê de ne.