Rêveberiya navçeya Tetwan ya AKP’ê îstîfa kir
Rêveberiya navçeya Tetwan ya AKP’ê îstîfa kir
Rêveberiya navçeya Tetwan ya AKP’ê îstîfa kir
Hemû rêveberiya navçeya Tetwanê ya AKP’ê ji ber pirsgirêkên li gel Navenda Giştî ya AKP’ê rû dan, îstîfa kirin.
Serokê AKP’a Tetwanê Bûrhan Aksoy û 24 rêveberên navçeyê ji AKP’ê îstîfa kirin. Di rojên derbazbûyî de Serokê AKP’a Tetwanê Adnan Suphanoglû ku 10 sale serokê navçeyê ye piştî ku ji peywira xwe îstîfa kir, rageşiya ku di navbera rêveberiya navçeyê û Navenda Giştî ya AKP’ê de destpê kir, hate hînbûn ku hemû rêveberên navçeyê îstîfa kirine.
Têkildarî mijarê tu daxuyaniyên fermî nehatin kirin, parlementerê AKP’ê yê Bedlîsê Vedat Demîroz jî îdîakir ku, zext li rêveberiya navçeyê hate kirin ku îstîfa bike.