Rêveberiya AKP’a Xarpête bigiştî îstîfa kir
Rêveberiya AKP’a Xarpête bigiştî îstîfa kir
Rêveberiya AKP’a Xarpête bigiştî îstîfa kir
Serokê AKP’a Xarpêtê Mahîr Sonmez û rêveberiya partiyê îstîfa kir.
Piştî ku navenda giştî ji Serokê AKP’ê Mahîr Sonmez xwest îstîfa bike, li gel lijneya rêveber civîn pêkanî. Ji Sozmezê ku di dema serokatiyê de bi hinceta ku pirsgirêk li gel parlementerê bajar jiyan kiriye îstîfa kir, hate îdia kirin ku, Navenda Giştî ya AKP’ê jêre gotiye “Yan tu îstîfa bike, yan em dê te ji peywirê bigirin.”
Li ser vê yekê Sonmez bi rêveberiyê re civiya û aşkera kir ku, wî bi rêveberiyê re îstîfa kiriye. Hate îdia kirin ku, têkildarî doza gendeliyên li Şaredariya Xarpêtê pêktê agahî nedaye navenda giştî û bi parlementeran re hevseng kar nekiriye.
Navenda Giştî tenê xwest Sonmez îstîfa bike, lê li gel Sonmez hemû rêveberiya bajar îstîfa kir. Di derbarê ka piştî vê kesên îstîfa kirine dê helwestek çawa nîşan bidin daxuyanî nedan.