Rejîmê dîsa Tilkoçer bombebaran kir: Birîndar hene
Rejîmê dîsa Tilkoçer bombebaran kir: Birîndar hene
Rejîmê dîsa Tilkoçer bombebaran kir: Birîndar hene
Balefirên rêjîmê îro saet di 10:30'an de bajarokê Tilkoçer yê nêzî sînorê Îraqê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek sivîl birîndar bûn, her wiha çend leşkerên Cebhet El-Nusra jî birîndar bûn.
Danê sibê helîkopterên rejîmê navenda partiya Baasê ya Tilkoçer û birêveberiya avê ku komên çekdar wek "Cebhêt El-Nusra, Cebhêt El-Tewhîd, Ketibeyên El-Farûq, Ehrar El-Cezîra, Ehrar El-Badiyê û hinek din" ku beriya niha dest dabûn ser, îro hate bombebarankirin.
Di bombebaranê de gelek welatî birîndar bûn û di nav wan de çekdarên Cebhêt El-Nusra jî hebûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Dêrîkê du ji wan Cebhêt El-Nusra ne.navên hinan ji wan ev in "Ahîn Hac Elwan, Abdullah Hac Elwan,Hesne Hac Elwan û dayîka wan Minîse Rehîl Xelîl yaku birine bajarê Qamişlo ji ber kûrbûna birîna wê."
Jêderekî ji Tilkoçer ragihand ku çekdarên Cebhêt El-Nusra haya wan ji bombebaranê hebûn, ku di dema bombebaranê de piraniya wan ji wir derketibûn.