Rejîma Sûriyeyê gundên Efrînê bombebaran kir

Rejîma Sûriyeyê gundên Efrînê bombebaran kir

Rejîma Sûriyeyê ji seatên sibê de gundê girêdayên nahiyeya Şerava ya Efrîne ye bomeberan dike. Hate zanîn ku di bomberanê de herî kêm zarokek miriye û gelek kes jî birîndar bûne.  Hate destnîşankirin ku li dijî gundan operasyona bejayî hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro ji saetên sibê de rejîma Sûriyeyê li dijî gundê Ziyaret û Mezin a girêdayê navçeya Şeravan a Efrînê dest bi bombebaranê kiriye. Li gorî agahiyên destpêkê zarokê 10 salî yê bi navê Vahît Ahmet yê ji gundê Ziyaretê jiyana xwe ji dest daye û birayê wî Mahmut Ahmet û kalê wî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku ji gund gelek kes birîndar bûne.  Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê hêj birîndar ji gund dernexistine.

Li gorî çavkaniyan ji 60’î zêdetir topên hawanê ketine nava gund. Nêzî saetek berê hêzên rejîmê  ji bo ku li dijî qada ku gundê Mezîn, Goç Haze, Ziyaret Akibê, Beradê, Kefernebu, Kinitre Meyasî din av de bombebaranê pêk bîne ketiye nava tevgerê.

Hate zanîn ku di nava hêzên ku berbi gundan ve bir ê ketine, hêzên paramîlîter yên Îranê jî di nav de ne.