Rêjîma Sûriyê gundên Til Marûf û Til Hemîs bombebaran kir
Rêjîma Sûriyê gundên Til Marûf û Til Hemîs bombebaran kir
Rêjîma Sûriyê gundên Til Marûf û Til Hemîs bombebaran kir
Rêjîma Sûriyê herêma derdora gundê Til Marûf a girêdayî Tirbespiyê bombebaran kir. Her wiha hate ragihandin ku rejîma Sûriyeyê ji serê sibehê de gundên Şermox, Til Xezal, Til Ehmed, Xirab Esker û Gedba yên navçeya Til Hemîsê bombebaran dike.
Rêjîma Sûriyê îro danê sibehê bi topan herêma derdora gundê Til Marûf a girêdayî Tirbespiyê bombebaran kir. Di encama topbaranê de 5 topên ku li derdora gund ketine zirar gihandine malên gundiyan, lê ziyana canî çênebû. Gelek ji şêniyên gund ji ber tirsê ji gund derketine.
Her wiha hate ragihandin ku rejîma Sûriyeyê ji serê sibehê de gundên Şermox, Til Xezal, Til Ehmed, Xirab Esker û Gedba yên navçeya Til Hemîsê bombebaran dike.
Gundê Til Marûf û Harka ji hêla Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û asayîşa gund ve têne parastin û komên çekdar nikarin bikevin wan gundan.