Rejîma Îranê Kurdek din bi dar ve kir

Rejîma Îranê Kurdek din bi dar ve kir

Welatiyê Kurd ê bi navê Nezmî Ebasnejad ê ku ji Tilgevera Urmiyeyê bû piştî çar salan di girtîgeha rejîmê ya li Urmiyeyê de ma hate bidarvekirin.

Li gorî agahiyên hatine biderxistin, welatiyê Kurd ê bi navê Nezmî Ebasnejad ê ji Tilgevera Urmiyeyê ku di girtîgeha Urmiyeyê de dihat ragirtin, hate darvekirin. Sedema darvekirina Ebasnejad jî weke her carê “karanîna madeyên hişber” hate diyarkirin.

Rêxistina Efûya Navneteweyî  (Amnesty International) rapora salane ya 2012 de ya cezayê darvekirinê aşkere kir. Li gorî lîsteya rêxistinê Çîn di warê pêkanîna vî cezayî de di rêza yekemîn de ye, piştî wê Îran, Iraq, Erebîstana Siûdî û DYA tên. Li gorî rêxistina Efûyê, di sala 2012 de li Îranê 314 kes hatin bidarvekirin.

Rejîma Îranê ku di warê pêkanîna cezayê dardakirinê de di cîhanê de welatê duyemîn e, di sala 2012 de cezayê dardakirinê da 580 kesî û ji vana  77 Kurd in. Her wiha ji vana jî 56 kes hatin dardakirin. Ji van 21 kesên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birrîn, 9 kes ji dozên siyasî hatine girtin.