'Rêber Apo wê di warê felsefîk û teorîk de hîn bêhtir rola xwe bileyze'
'Rêber Apo wê di warê felsefîk û teorîk de hîn bêhtir rola xwe bileyze'
'Rêber Apo wê di warê felsefîk û teorîk de hîn bêhtir rola xwe bileyze'
Endamê Serokatiya Dîwana Kongra-Gel Mahsun Bagok guhertinên di sîstema KCK’ê de nirxand û pirsên ajansa me bersivand. Bagok got: “Guhetinên yek jê çêbû Serokatiya Giştî ya KCK’ê ye û ev konsey ji 6 kesan pêk tê. Ev her 6 jî di pratîkê de cigirê Rêber Apo ne. Her çendî Rêber Apo di şert û mercê Îmraliyê de be jî ji niha û şûn de ji aliyê felsefîk û teorîk ve zêdetir wê karibe rola xwe di aliyê pratîzekirinê de, projeyan de û kar û xebatan de bide meşandin. Ev her 6 heval, wê erkê rêveberiya giştî wê bidin meşandin.”
9. Civata Giştî ya Kongra Gel di pêvajoyeke çawa de hat lidarxistin?
Destpêkê 9. Civata Giştî ya Kongra Gel li Serok Apo, li hemû hevalan û li hemû gelê Kurdistanê û li mirovatiya pêşketî pîroz dikim. Bêguman 9. Civata Giştî ya Kongra Gel di qonaxek gelek girîng de hat lidarxistin. Her du salan careke kongre pêk tê û wextê wê bû. Lê belê di heman demê wekî naveroka xwe miorv dikare bêje ku di cewherê xwe de kongreyeke awarte bû. Ji ber ku Rêber Apo di newroza 2013’an de bangek kir û pêngaveke nû destpêkir. Li ser vî esasî pêwîstbû ku kongre bê lidarxistin û li gorî gav avêtina Rêbertî em bikaribin nirxandin bikin û li gorî wê em bikaribin sererastkirinekê bikin û di jiyanê de pêk bînin. Ji bo vê di vê mijarê de di naveroka xwe de kongre awerte bû.
9. Civata Giştî ya Kongra Gel li erdnîgariya Kurdistanê li çiyayê bilind di bin ewlekariya zemînê gerîla lê ye pêk hat. Ev jî ji bo me gelekî girîng bû. Di kongreyê de ji nêvî zêdetir delege û endam amadebûn. Ev endamana ji çar beşê Kurdistanê, ji Rusya, ji Ewropa tevlîbûna wan çêbû. Ev endamên ku amadebûn bi hilbijarinê tevlî kongreyê bibûn. Jin li gorî sîstema kotaya ji sedî 40 tevlî bû ev jî asta pêşketina Tevgera Azadiya Kurd dide diyar kirin.
Di Civata Giştî de guhertinên çawa hatin kirin?
Kongre di qonexeke gelek dîrokî de pêk hatiye. Her kongreyekî me bêgûman xwedî wateyeke dîrokî ye, her yek li ser dîrokekî nû ava dibe, her yek xwe dispêre yek din û dewrekê dewirî dewrekê din dike. Ji bo vê em di qonaxeke gelek bilindtir de jiyan dikin. Bi gav avêtina Rêber Apo ev rewşa hanê bi riya kongrê di aliyê fikrî, aliyê felsefîk, îlmî, proje û avakirina sîstemê qonaxekî hîn bilindtir e. Li ser vî esasî hatiye dest girtin û heman demê di sîstemê de jî guhertinên nû kete rojeva me bi taybet jî peymana KCK’ê. Di kongreya ku derbasbûye ya 8’emîn de biryar hatibû girtin peymana niha li gorî demê nedibû bersiv pêwîst dibû ku ji nû ve bê sererast kirin ji ber ku peymana din a kevin di 2005’an de bingeha wê hatibû dayîn 8 sal ji ser derbas bûbû, gelek tişt bihûrî bû. Li ser van tecrûbeyan û guhertinan pêwîstî hebû ku peymana KCK’ê ji nûve bê destgirtin. Ji bo vê û ji bo pêşniyara Rêber Apo ku di vê qonaxa nû de jî hebûn vana jî ketibû rojevê. Lewra rojev gelekî tijî bû. Ango perspektîfê Rêber Apo hatin xwendin, heman demî rapora Seroikatiya Kongre Gel, rapora Dîvana Edeletê, rapora Konseya Rêber a KCK’ê û rapora KJB’ê hat xwendin, nirxandin û nîqaş kirin. Kurdistan, Rojhilata Navîn û qada navnetewî bi awayekî dor fireh hat nirxandin. Bi taybet jî mijara di çarçoveya tespîtên siyasî, rewşa rêxistinî, ji bo ji kêm û kûrtiyê dema borî encamê rast bê derxistin û di qonaxa pêşte ji bo vana neyê dubare kirin û bê sererast kirin nirxandin hatin kirin.
Nirxandina rewşa siyasî girêdayî rewşa sîstema me. Sîstema KCK’ê jî bi gelek aliyan hat nîqaş kirin. Mijareke wê ya gelek hevalan balkişand ser çi ye? Ku ev mijara mijareke gelek girîng bû. Li gorî kongreyên din min ferqa wê xurtir dît. Ev mijar mijara zîhniyetê bû. Ango zîhniyata kadro û pêşeng her wiha zîhniyeta gelê Kurd. Di aliyê zîhniyeta demokratîk, zîhniyeta ekolojîk ango hawirdorparêzî û heman demî zîhniyeta wekhevî û azadiya di navbera her du cinsan de. Ev mijarana hatin dest girtin. Di projeyên me de jî di van mijaran de sererastkirin hat çêkirin. Guhetinên yek jê çêbû Serokatiya Giştî ya KCK’ê ji 6 endaman pêktê 3 jê hevalên jin in, 3 jê hevalên zilam in. Vana her 6 jî di pratîkê de cigirê Rêber Apo ne. Ango bi Rêber Apo re Konseya Serokatiya Giştî dibin 7 kes. Her çendî Rêber Apo di şert û mercê Îmraliyê de be jî ji niha û şûnde ji aliyê felsefîk û teorîk zêdetir wê karibe rola xwe di aliyê pratîzekirinê de, projeyan de û kar û xebatan de jî wê tesîra xwe bide meşandin. Ev her 6 hevalana erkê rêveberiya giştî wê bidin meşandin.
Heman demî di konseya Rêveber de jî guhertin çêbû. Ev guhertin jî sîstema hevserokatiyê ye. Hevserokên Konseya Rêveber derketin yek jê hevalek jin e, yek jî jê hevalê zilam e. Berî vê yekê jî di hilbijartina çêbû de di Dîvana Kongra-Gel de jî sîstema hevserokatiyê pêk hat. Berê Serokê Kongre-Gel yek heval bû. Lê vê carê sîstema kongra-Gel bû hevseroktî. Ango ji her du cinsan temsîla xwe di rêveberiya kongra-Gel de dibînin. Konseya Rêveber a KCK’ê jî vê sîstemê xist meriyetê. Ev tê çi wateyê? Di asta sîstema wekhevî û azadiya di navbera her du cinsan de ku berê sîstema kotaya ji sedî 40 hebû ev sîstema sîstemeke bilindtir bi xwe re anî. Ev jî bêguman mînakeke nû ye, pêşketiye û ev ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ne tenê ji bo demokratîk kirina gelê Kurd heman demî ji bo Rojhilata Navîn û mirovatiyê modeleke nû pêşxist. Ev modela wê hîn bêhtir wê guhertin û veguhertina zîhniyeta demokratîk, wekhev, azadî û aştî di nava civakê de jî pêşbixîne.
Mijarên di Civata Giştî de hatin niqaş kirin çi bûn?
Wekî din mijarên ku herî pir li ser hat nîqaş kirin; qadên ku xebatê me lê heyî hebûn, li ser hemû xebatan û li ser her beşê Kurdistanê beş bi beş hat nîqaşkirin û biryarên pêwîst hat girtin. Ji ber ku gelek biryar hatine girtin mirov nikare hemûyan di vir de bîne ziman. Lê ji bo her çar parçeyan tiştê ku di vê pêvajoyê de her parçe li gorî rastiya xwe, îmkanê xwe û li gorî şert û mercê xwe biryarên ku dikarin têkevin jiyanê hatin tespîtkirin. Ev ji bo Tevgera me mijareke nû ye û girîn e. Heman demî her qadê xebatê jî wekî îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî û tenduristîyê de jî li ser sekinandin çêbû. Projeyên wan û biryarê wan di beşa kar de hat stendin. Mijareke ku gelek balkişand yek jê jî xwedî lê derketina çand û zimanê Kurdî bû. Ango çanda gelê Kurd û bi taybet jî asîmilasyon û helandina li ser zarokê gelê Kurd, ciwanên gelê Kurd û bi giştî li ser gelê Kurd ku vana hîn bi biryara sala 1925’an ku wekî plana Şark Îslahatê dest bi van polîtîkayên xwe kirine ev yek wekî belgeya qirkirina çanda gelê Kurd ji aliyê kongreyê ve hat pejirandin û li dijî vê ya wê têkoşîn bê dayîn. Ji bo vê di vê qonaxa ku îro ji her demê zêdetir pêwîst e ku em li zimanê Kurdî, li çanda Kurdî, li folklora Kurdî û li hemû nirxên civata gelê Kurd ên ku ji dema neolotîkê mane em bikaribin jinûve bigirin dest û tiştê ku ber kevnoşopiyê me yên demokratîk ên civaka xwezayî ku roja îro jî ji bo însan û ji bo civakê pêwîst e.
Careke din di nava sîstema KCK’ê de ango di sîstema konfederal de bikaribin cihê xwe bigirin. Ango em bi vî awayî sîstema xwe dispêrin çanda serdema neolotîkê. Ango emê çanda gelê Kurd a berê em tînin îro. Tiştê ji bo îro pêwîst e em di nava civakê de bicih bikin û em sîstema xwe bispêrin van nirxên pîroz. Ev nirxên pîroz hem yê gelê Kurd in û yên mirovatiyê ne û heman demê jî em li nirxên mirovatiyê xwedî derdikevin. Girêdayî van mijarana bêguman ne li ser gelê Kurd tenê li Kurdistanê Elewî, Êzîdî, Ereb û Tirkmen her wekî din ol û baweriyên cuda hene. Vana hemû jî li Kurdistanê jiyan dikin û ji bo azadiya xwe, mafê xwe, çanda xwe bê par mane. Ango ji aliyê sîstema hakîm, dagirker û sîstemên hegemonyayê ev çandana hemû di bin rengê reş û sipî tenê de hatine veşartin û înkar kirin. ji bo mafê van netewên ku li Kurdistanê jiyan dikin û di warê dîrokê de bermahiyên wan mane xwedî derketina wana mecal vekirin û çi pêwîstî têkeve aliyê sîstema KCK’ê mecal ji vana re vekin. Li ser van mijarana jî bêguman hat sekinandin. Vana mijarên girîng in.
Civaka Giştî biryarên çawa girt û li ser çi rawestiya?
Di ev qonaxa ku em îro jê derbas dibin giraniya xwe emê bidin li ser avakirina sîstema xwe. Ya herî girîng ev e. Hebûna gelê me, nirxê gelê me bikaribin bi sîstema KCK’ê wekî ku tevn çawa tê hûnandin bê hunandin. Ev civak wisa bê hûnadin ku em bikaribin pêşeroja xwe garantî bikin. Ango hebûna gelê xwe mayînde bikin û pêşiya qirkirinê bigirin. Ji bo vê avakrina sîstemê ji bo me biryarê esasî ye.
Her endam jî divê bê wê qinyetê ku endamê civatê jî ji niha û şûnde di kar û xebatên xwe de wê bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Di ruh de hevbeşiyeke wisa derket. Ev ruh ne tenê di rûniştina Kongreyê de, di nav bera de jî nîqaşekê di vê derbarê de wate di nava delegeyên kongreyê de peyda dibû. Ev jî bêguman hêviyeke mezin dide me. Ev jî pêşeroja gelê me, azadiya gelê me bi avakirina sîstema me ve girêdayî ye. Ango em sîstema xwe ava bikin ev dibe pêşeroja gelê me. Ev wê heman demê tesîra xwe li ser gelê Rojhilata Navîn jî bike. Ango pêşketinên ku li gorî avakirina sîstemê pêş bikeve ne ji bo gelê Kurd li hemû netewên ku li Kurdistanê jiyan dikin û di Rojhilata Navîn de jî çiqas çand hene ji wana re jî wê bibe mînak û ji niha de jî îşaretên vê ya peyde dibin.
Wekî mînak îro şoreşa li Rojavayê Kurdistan pêşketiye ew pêşketinên li wir ji aliyê demokrasî û biratiya gelan û tespîtên ku li wir pêş dikevin, modela ku li wir pêş dikeve ecemiyetiyên xwe hinek hebin jî kêm û kûrtiyên xwe hinek hebin jî, lê roj bi roj rûdinê û roj bi roj pêş dikeve û roj bi roj ferqa me û alternatîfbûna me di nava gelê wir de ji xeynî Kurdan jî tê dîtin û baweriya wan pê tê. Em dikarin modela Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî pêş bixînin û îmkanê pratîze kirina wê heye û ev yek wê bibe moral û motivasyonek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Ji bo vê em dikarin 9. Civata Giştî ya Kongra-Gel li ser vî esasî ji bo gelê Kurd û hemû civakên li ser Kurdistanê dijîn tevahiyan pîroz dikin.