Rastî li ser sînor bi dengekî bilind tê xwendin!

Rastî li ser sînor bi dengekî bilind tê xwendin!

Çalakgerên nobedê yên li ser sînor, rastî û agahiyên rast ji çapemeniya azad dişopînin. Rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên her roj li ser sînor tên belavkirin, ne tenê ji aliyê mirovên bi xwendinê dizanin tên xwendin, ji aliyê yên bi xwendinê nizanin ve jî tên xwendin! Ji bo welatiyên bi xwendin û nivîsandinê nizanin, rojname rûpel bi rûpel bi dengekî bilind tê xwendin. Herî zêde dayik ji vê yekê kêfxwe şin.

Berxwedêrên li ser sînor ên bi girtina çalakiya nobedê bûne parçeyek ji berxwedana Kobanê, bûyer û rastiyan ji çapemeniya azad werdigirin. Navnîşana vê çavkaniyê jî rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat in. Her du rojname ji aliyê mirovên ji 7 heta 70 salî ve li ser sînor tên şopandin.

Ji bo welatiyên bi xwendinê nizanin, yên dizanin bixwînin bi dengekî bilind rojnameyan dixwînin û hemû mirovên li derdorê ji rewşê agahdar dibin. Dayikên zarokên wan li Kobanê li nav refên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyan şer dikin, hemû rûpelên rojnameyan heta detayên biçûk lêkolîn dikin û hewl didin hemû nûçeyan bixwînin.

'LI ŞÛNA DÎTINA BERXWEDANÊ HEWL DIDIN REŞ BIKIN'

Dayika Aştiyê Kader Kûrt a 65 salî ya ji Nisêbînê hatiye, yek ji dayikên ku xwendin û nivîsandina wê heye. Dayik Kûrt ji hemû dayikên aştiyê yên li derdorê dicivin re, bi dengekî bilind rojnameyê dixwîne û dayikê aştiyê jî bi baldarî lê guhdarî dikıin. Dayika Kader diyar kir ku ew ji rojnameyan Ozgur Gundem û Azadiya Welat dişopînin û got, "Nûçeyan jî em ji Stêrk TV, Med Nûçe û Ronahî TV dişopînin. Em rojname û televîzyonên din naşopînin. Ji ber ku rojnameyên rastiyê dinivîsîne rojnameyên me ne, televîzyonên rastiyan radigihînin televîzyonên me ne. Yên din, bi tenê xizmetê ji dewlet û hikûmeta AKP'ê re dikin. Li şûna dîtina berxwedanê, ji bo reşkirina berxwedanê çi ji dest tê dikin."

'ÇAVKANIYÊN ME YÊN NÛÇEYAN DIYAR IN'

Ji Dayikên Aştiyê yên Qoserê Ferha Akbûlût a 57 salî jî da xuyakirin, ku sedema neşopandina organên din ên çapemeniyê ew e ku ew rastiyê nîşan nadin û got, "Bi vî rengî rastiyan ji gel vedişêrin. Yê li mala wan qenalê Kurd tinebe, wê haya xwe ji neheqî û zextan çênebe. Çapemeniya Tirk bi gotina 'terorê' behsa me dike. Lê belê çeteyên serê mirovan jê dikin, weke teror nîşan nadin. Lewma em wan naşopînin. Çavkaniyên me yên nûçeyan diyar in."

Mehmet Hanîfî Kaymaz (50) diyar kir ku ew agahî û nûçeyên rast ji weşanên xwe werdigirin û yek bi yek organên çapemeniyê yên Kurd bilêv kir û got, "Em agahî û nûçeyên rast ji çapemeniya xwe digirin. Bi rojane em li vir nobedê digirin. Ji bo destekkirina Kobanê li vir in. Em ê ti carî dest ji vir bernedin. Heta Kobanê azad bibe."

Zozan Gerçek a 23 salî jî ragihand ku ew agahiyên rast û jiayna rast ji Ozgur Gundemê dişopînin û navnîşana ragihandina rastiyan a di vî warî de diyar e.