Rapora Licê ya RCS: Leşkeran bi zanebûn gule reşandin

Rapora Licê ya RCS: Leşkeran bi zanebûn gule reşandin

Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) der barê bûyera Licê ya 28'ê Hezîranê de, raporek amade kirin. Di raporê de hat gotin ku leşkeran di kuleyên çavderiyê de gule reşandine û divê biryara nepenîtî bê rakirin û lêpirsîn bi awayekî zelal bê kirin.

Di 28'ê Hezîranê de li gundê Hêzana Licê, gel çêkirina qereqolê şermezar kir. Leşkeran gule li ser gel reşandin û di encama bûyeran de welatiyê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Baroya Amedê, ÎHD, Odeya Tabîban ya Amedê, TMMOB, Odeya Bazirganî û Sanayiyê raporeke hevpar a lêkolînê amade kirin. Rapor li avahiya Baroya Amedê ya Alîkariya Adlî hat aşkera kirin û Cigirê Baroya Amedê Nahît Eren ropar xwend. Di rapora heyetê de hat gotin ku gel ji bo çêkirina qeroqolê şermezar bike çalakî pêkaniy, leşkeran bi awayekî zanebûn gule li ser gel reşandine. 

Di raporê de wiha hat gotin: "Dema em çûn pêşiya qereqolê hemû leşker li hundirê qereqolê bûn û deriyê qereqolê jî bi têlên jilêt û sirî bûn. Qereqola kevn bi dîwarê ku bilindiya wê 2-3 metre ne hatiye dorpêçkirin, lê qada qeroqola ku nû hatiye çêkirin, kuleyên çavderiyê ku nû hatiye çêkirin li jora qereqolê bûn û ev qad jî bi têlên jîlet û sabît yên 2,5-3 metro hatine dorpêçkirin. Piştî ku leşkeran heyeta me ferq kirin, çend leşkerên destê wan li ser tetîkê bûn (hinekî sivîl xuya dikirin) sedemê hatine me pirsîn. Piştî ku heyetê agahî da leşkeran, xwest ku bi fermandarê qereqolê û dozgeriyê re hevdîtinê pêk bînin. Ji heyetê re hat gotin ku dozger li hundirê qereqolê lêkolînê dikin, agahiya hevdîtinê bi dozger re hatiye parvekirin û divê li benda dozger bimînin. Piştî demekî dozger û fermandarê qereqolê bi heyeta me re hevdîtin pêk anîn. Dozgeriyê Komarê ya Licê diyar kir ku li cihê bûyerê lêkolîn kirine. Piştî ku çapemenî hat fermandarê qereqolê bi kurtasî ev agahî da; 'Li der û dora qereqolê tu kes birîndar nebûye û nemiriye, ambulansê tu kesekî birîndar an jî jiyana xwe ji dest daye hilnegirtiye, ji me re îxbar hat ku li gundê Uçarlar di navbera gundiyan de şerê çekdarî derketiye, dibe ku di encama vî şerî de hinek kes hatibin kuştin û birîndarkirin'. 

Li gorî lêkolîna heyeta me bûyerên kuştin û birîndarkirinê li vê derê qewimîne û ev agahî ji dozgeriyê re hat parvekirin. Delîlên wekî xwîn û agahiyên şahidên bûyerê ji dozgeriyê re hat parvekirin."

Di raporê de hat diyarkirin ku heyetê bi çalakvanên ku birîndar nebûn re hevdîtin pêk anî û wiha hat gotin: "Li gorî îfadeyê şahidan gel ji bo avakirina qereqola nû şermezar bike kom bû û piştî Serokê BDP'a Liceyê bi fermanrdarê qereqolêre hevdîtin pêk anî, dema li cihê bûyerê rojnamegerek li wir bû, leşkeran bêyî hişyariyê bike gule berandin ser girsê. Piştî gulebaranê çalakvanan molotof avêtin û reviyan gund. Dema girse reviya gund ji qulûbeyên nobetê yên leşkeriyê leşkeran gule reşandin ser girsê." 

Di raporê de hat diyarkirin ku di lekolînê de li 2 konên tenişta înşeata qereqolê jî duvikên guleyan nehatine dîtin. Di raporêde hat diyarkirin ku tiştek bi konan nehatibû û li derdorê qereqolê dilopên xwînê hebûn. Hat zanîn ku 20-25 metre dûrî înşaeta li devê qereqolê duvikên guleyan nehati ditin. Disa li herêma bûyerê pankarta "Em ne şer aştiyê dixwazin" ku ji 2x3 metreyan pêk dihat at dîtin. Wekî ku leşkeran îdîa kirine tu çek û şopa gulelên ku ji aliyê girseyê bikar anîye nehat dîtin. Li lêkolînêde nehat dîtin ku girsê çek bikar anîye. Di raporê de hat destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku hewldanên aştiyê hene ev avakirina qereqolan wan dixin nava fikaran. Dîsa li gorî rapora kuştina Medeni Yildirim gule ji jor ve li sîna wî ketiye û di jêre derketiye. Ev jî xuya dike ku ji jor ve gule hatiye barandin. 

ENCAMÊN RAPORÊ

* Li gorî lêkolînê welatiyên li derdora gundê Hêzanê dijîn di 28'ê Tîrmeha 2013'ande li dijî avakirina qereqolê li ber înşaeta qereqola Hezanê li hev kom bûn. 

* Rayedarên qereqolê ji civîn û daxuyaniya welatiyan berê agahdar bûn. 

* Li cihê bûyerê daxuyanî hat dayîn û girsê der barê armanca çalakiyê de axaftin kirine. 

* Ji bo girse belav bibe tu hişyarî nehatiye kirin. Li ser gulebaranê girsê maddeyên ku zerarê nede avêtine. 

* Kesên di nava girsê de maddeyên ku nateqin û zerarê nadin, avêtine dervê qereqolê. 

* Mudaxale li aliyê qereqolê pêk nehatiye, li dervê qereqolê li aliyê înşaetê pêk hatiye. 

* Ewil leşkeran gule berdaye hewa û piştre li ser girsê gule reşadine. 

* Piştî leşkeran gule li ser girsê barandiye di encama gulebaranê de hin çalakvanan maddeyên şewatê avêtin nava konan û ji ber vê yekê kon şewitîn. 

* Piştî kon şewîtî girsê dest bi revê kir. Piştî girsê dest bi revê kir leşkeran jî li ser girsê gule reşadin û ji ber vê yekê kuştin û birîndarkirin pêk hatiye. 

* Şert û mercên ku leker çekan bikar bîne çênebûye. 

* Piştî bûyerê rayedaran bêyî lêkolîn bikin û delîlan li ber çavan bigirin raste rast daxuyanî dane û xwestine bûyerê berovajî bikin û delîlan reş bikin. 

* Divê bi lezgîn der barê bûyerê de pir alî û zelal lêkolîn bê kirin û encam bê diyarkirin. Divê biryara veşarî ya dosyayê bê rakirin. 

* Divê lêpirsîn çalak pêk bê û delîl neyên reşkirin. Divê kesên çek li dijî armanca wê bikar anîne ji peyvirê bên girtin. 

* Divê daxuyaniyên ku delîlan tarî dek û bûyerê şolî dike neyên kirin. 

* Divê dawî li avairina qereqolan bê anîn