Rageşiya siyasî ya di navbera rejîma Îranê û cîhana Ereb de roj bi roj mezin dibe, bandor li zebeşan jî kir. Hat îdîakirin ku zebeşê ji Îranê îxracî welatên Kendava Ereb hatine kirin, bi zanebûn hatine jehrîkirin.
Îdîaya jehrîbûyîna zebeşan, di serî de li Emaretên Ereb ên Yekbûyî, Qatar û Qûweytê, li tora civakî ya tevahiya herêmê deng veda.
Bikarhênerin înternetê wêne weşandin û hin ji mirovan xwestin ev zebeş neyên kirîn. Sedem jî qulikên "bi guman" ên li ser qalikê zebeş e.
Li gorî îdîayan ji van qulikan jehr hatine berdan. Piştî bi çend rojan, çend ji welatên Kendavê bi daxuyaniyên fermî, ev îdîa derewandin.
Li Qatarê, ji ber giliyên zêde rayedaran zebeşên Îranê ji bazarê derxistin û xwestin bên lêkolînkirin. Lê belê di nava zebeş de tiştekî bîolojîk û kîmyewî nehat peydakirin. Ji aliyê tenduristiyê ve rewşeke xetere nebû.
Dema li şîroveyên tên kirin were temaşekirin wê bê dîtin ku ev gotgot ji ber bêbaweriya cîhana Ereb a li polîtîkayên Îranê ne.
Bi taybetî jî piştî krîza Yemenê ev bê bawerî zêde bû. Bi serkêşiya Siûdiyan Koalîsyona Ereb ji 26'ê Adarê û vir ve Şîayên Hûsî yên li Yemenê bombebaran dike. Siûdî bi guman e ku bandora Îranê ya li herêmê zêde bibe.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê îdîa kir ku mezinkirina mijara zebeş, ji bo bisînorkirina malên Îranê ye.