Qurbaniyên komkujiya Amûdê hatin bibîranîn

Qurbaniyên komkujiya Amûdê hatin bibîranîn

Qurbaniyên komkujiya sînemaya Amûdê, li bajarokê Rimêlan bi bernameyekê hatin bibîranîn.

Bi boneya 53. salvegera komkujiya sînemaya Amûdê ku di 13’ê Mijdara 1960’an de pêk hatibû û 184 zarokan jiyana xwe jidest dabûn, bernameya bîranînê hate lidarxistin. Bername ji aliyê Saziya Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî û saziyên çand û hunerê yên Girkê Legê û Rêmêlan, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Dîkran bi beşdariya sedan endamên saziyên civakî yê sivîl û partiyên siyasî pêk hat.

Di bernameya ku bi rêzgirtinê destpê kir de Nivîskar Ebdilkerîm Ehmed ku yek ji şahidên bûyera Sînema Amûdê ye, detayên komkujiya Sînema Amûdê vegotin. Piştre komeke zarokan li ser zarokên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dabûn, şanoyek pêşkêş kir. Endamê Saziya Çand û Hunerê Seîd Yûsif jî helbestek xwend. Piştre sînevîzyonek li ser komkujiyê hate pêşkêşkirin.

Di bernameyê de li ser navê Akademiya Nûrî Dêrsimî rêveberê akademiyê Adil Hisên jî axaftinek kir û Koma Hêvî ya Çand û Hunerê şanoyek pêşkêş kir. Her wiha Koma Serhildan û Koma Awazên Çiya yên muzîkê jî stranên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya bernameyê de Saziya Nûrî Dêrsimî ya Fikir û Ramanê tabloyek diyarî giyanê Nivîskar Hesen Dirêî ku ew jî şahidek komkujiyê bû û demek beriya niha jiyana xwe jidest dabû, hate kirin.