Qralê Bahreynê Nabîl Receb 'efû' kir
Hat ragihandin ku girtiyê bi navê Nabîl Receb ê 3 sal in gelek kampanya ji bo wî tên meşandin, ji ber nexweşiya xwe hatiye efûkirin.

Di çarçoveya biryara Qralê Bahreynê Hamîd bîn Îsa el Halîfe, cezayê parêzvanê mafên mirovan Receb hat efûkirin. Di daxuyaniya li ajansa nûçeyan a fermî BNA de hat weşandin, li ser berdana Receb detayeke din nehat dayîn.
Nebîl Receb di xwepêşandanên dijberiya desthilatdariyê yên salên 2011-2012'an de derketibû pêş û piştre hatibû girtin. Receb li qada navneteweyî bi gelek kampanyayan re hatibû parastin, lê li Bahreynê hin derdor, ji ber ku li dijî desthilatdariya Sûnî têkoşîna Şîa diparast bi 'gumanbarî' lê dinêrîn.