'Qereqolên nû dibe sedema gûmanan'
'Qereqolên nû dibe sedema gûmanan'
'Qereqolên nû dibe sedema gûmanan'
Rêxistina BDP'ê ya Darahine ji bo balê bikşîne ser avakirina qereqolên nû civîna çapemeniyê li dar xist.
Rêxistina BDP'ê ya Darahine ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê têkildarî avakirinên qereqolên nû de civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Darahine Mustafa Yildirim diyar kir ku, merheleya pêvajoya çareseriyê ya duyemîn destpê kir, lê çêkirina qereqolan dibin serdema xof û gumanan.
Yildirim anî ziman ku, eraziyê li taxa Yenîşehîr ya ku dê qereqol li ser bê çêkirin ayîdî malbata Sadik Yildirim a ku di sala 94'an koçberî Kampa Penabera ya Mexmûrê (Şehîd Rûstem) bû ye. Yildirim da zanîn ku, ev dagirkirineke û wiha got: "Piştî di sala 2009'an de heyeta kadastroyê hate bajaroka me, artêşa Tirk bi rêbazên nelirêtî eraziyê Sadik Yildirim destdanî ser. Qereqola duh li ser eraziyê Sadik Yildirim dest bi çêkirinê dike di nava gelê me de bû sedema gûman û fikaran."
Yildirim bang li hemû kesî kir ku, tevlî daxuyaniya têkildarî mijarê ya di 29'ê Hezîranê de bê kirin bibin.