Qedexe ji ber têkiliyên Elman-Tirk e
Qedexe ji ber têkiliyên Elman-Tirk e
Qedexe ji ber têkiliyên Elman-Tirk e
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku li Elmanyayê bi qedexekirina PKK'ê re li hemberî civaka Kurd terora polîsan hatiye meşandin û destnîşan kir ku çavkaniya vê yekê têkikiyên Enqere û Berlînê ye. Kalkan destnîşan kir ku Kurd li dijî dewletên serdest ên li Rojhilata Navîn, NATO û sîstema Rojava, li dijî vê têdikoşin.
Di salvegera 20. a qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê de, ku bi çalakiyan tê şermezarkirin endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan ji ANF'ê re axivî. Kalkan diyar kir ku qedexe ne tenê ji ber Elmanyayê ye, têkiliyên Tirkiye û Elmanya vê qedexeyê dimeşîne û anî ziman ku dema têkoşîn were meşandin, divê ev rastî ti carî neyê ji bîrkirin.
Kalkan diyar kir ku di nava pergala NATO'yê de der barê pirsgirêka Kurd û mijara PKK'ê de ji Elmanyayê re wezîfe û roleke bi vî rengî hatiye dayîn û wiha peyivî: "Bi taybetî piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, di ji nû ve avabûna Elmanyayê de bi Tirkiyê re têkiliyeke bi vî rengî derketiye holê. Di nava sîstema NATO de der barê hin welatan de rêxistinbûyînên navenda NATO'yê hene. Ji van rêxistinbûyînan re maseya wan welatan tê gotin. Mîna Maseya Tirkiye, maseya Yewnanîstan! Maseya Tirkiyê ya NATO demeke dirêj li Elmanyayê bû. Yanî ev yek ne tenê polîtîkayeke ku dewleta Elman eleqedar dike ye, pergalek di çarçoveya rêveberiya NATO de hatiye avakirine. Bêguman ji ber ku li Elmanyayê hatiye birêxistinkirin, yekser Elmanyayê eleqedar dike.
TÊKILIYA TIRKIYÊ YA BI ELMANYAYÊ RE, JI TÊKILIYA BI EMERÎKAYÊ RE KÛRTIR E
Ji ber ku di mijarên aborî, civakî û siyasî de xurtir e têkiliyên Tirk-Elman di asteke gelekî bilind deye. Her çend Tirkiye ketiye nava sîstema NATO'yê jî, her çend girîngiyê dide têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî Yên Emerîkayê re, têkiliya Tirkiyê ya bi Elmanyayê ji têkiliya bi Emerîkayê re gelekî di asteke bilindtir debû. Têkiliyên wê yên aborî-bazirbanî û siyasî-dîplomatî bi vî rengî bû. Ji bo Tirkiyê tê gotin ku Eyaleta 51. a Emerîkayê ye, lê ya rastî ew weke eyaleteke Elmanyayê ye. Di demên dawî de jî rewş hînê wiha ye. Her çend dijberiya siyasî hebe jî, têkiliyên aborî-bazirganî, civakî di heman astê de ye."
Kalkan da xuyakirin ku Elmanya welatê Tirkiye ji bo xwe weke welatê xwe yê duyemîn dibîne û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî PKK'ê ji ber van têkilî û rastiyê, ji Elmanyayê re hatiye dayîn.
Kalkan diyar kir ku heman piştî pênava 15'ê Tebaxê di sala 1985'an de Tirkiye, têkoşîna hevpar a li dijî gerîla xirt rojeva NATO û di sala 1986'an de NATO'yê biryar da ku piştgiriyê bide Tirkiyê.
Kalkan got, "Di dawiya sala 1986 û destpêka sala 1987'an de rêxistinên îstîxbaratê yên Ewropayê, civîna hevpar a li ser mijara têkoşîna li dijî PKK'ê lidar xistin. Li wê derê biryar hat dayîn ku li gelemperiya Ewropayê PKK bê şopandin. Biryar dan ku endamên vê yekê li Elmanyayê bê komkirin û darizandinên PKK'ê li Elmanyayê bê meşandin. Piştî vê yekê ji xwe lêpirsîn, girtin û rewşa dadgehê ya li dijî PKK'ê destpê kir. Niha heman rewş dewam dike yan na nizanim, lê berê bûyerên cuda yên li welatên din ên Ewropayê ji Elmanyayê re dihat ragihandin. Heta sala 2000 Elmanya xwedî roleke bi vî rengî bû, wezîfeyeke xwe ya wiha hebû. Maseya NATo li Elmanya bû."
LI HEMBERÎ CIVAKA KURD TEROR HAT MEŞANDIN
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan bibîr xist ku di ser biryara qedexekirina PKK'ê ya Mijdara sala 1993'an hat wergirtin re 20 sal derbas bûn û bal kişand ser zextên van 20 salan. Kalkan axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ev qedexe 20 sal in dewam dike. 10 salên destpêkê weke qedexe hat meşandin, 10 salên dawî ji qedexeyê jî wêdetir mîna rêxistineke terorê hat meşandin. Di 20 salên vê qedexeyê de li hemberî civaka Kurd zext û terora polîsan hat meşandin û hînê tê meşandin. Ev hemû bûn sedem ku civaka Kurd di nava civaka Elman de were krîmînalîzekirin. Civaka Kurd xistiye rewşeke ku xetere bê dîtin. Lewma xwe ji Kurdan vedigirin. Kurd tecrîdeke civakî, psîkolojîk dijîn. Ji aliyekî ve rastî zext û terora polîsan tê, li aliyê din di warê civakî û psîkolojîk de tê tecrîdkirin. Ev yek jî dibe asteng kir bi civakên din re têkiliyê deyne. Kurd ji vê rewşê bi hêrs e, nerazî ye."
Ji bo rakirina qedexekirina PKK'ê Kalkan di salvegera 20 de bal kişand ser zêdebûna kampanyayan û destnîşan kir ku rola vê qedexeyê ya di neçareseriya pirsgirêka Kurd, teror û zexta vê qedexeyê ya li ser civaka Kurd a li Elmanyayê, bandora wê ya neyînî ya li têkiliyên Kurd-Elman, tê teşhîrkirin. Kalkan da xuyakirin ku di vî warî de ew xwedî biryar û hewldanên bi plan in. Kalkan destnîşan kir ku ew vê yekê weke qadeke siyasî û huqûqî ya têkoşînê dibînin.
Kalkan anî ziman ku têkoşîna li dijî sîstema înkar û tinekirinê, têkoşîna ji bo yekitiya Kurdistanê, têkoşîna li dijî rejîmên qirkiinê yên li hemberî civaka Kurd, têkoşîna ji ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd, têkoşîna li hemberî dewletên li Kurdistan, Rojhilata Navîn polîtîkayên qirkirinê, NATO, sîstema Rojava û sîstema modernîteya kapîtalîst e. Kalkan got, "Ev têkoşîn li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn bi awayekî dimeşe, lê divê li Ewropayê jî li gorî rastiya wê weke têkoşîna siyasî û demokratîk bimeşe."