Qanûna penaberiyê ya li Fransayê hat reformekirin
Li Fransaya, ku bi deh hezaran penaberên ji ber dozên demdirêj nikarin ji derfetên tenduristî û starbûnê sûdê werbigirin, qanûna penaberiyê hat reformekirin.

Ji aliyê Meclîsa Neteweyî û Senatoyê ve ku Parlamenta Fransayê ava dikin, reforma nû hat erêkirin û di çarçoveya reformê de tê payîn ku pêvajoya bersivdayîna serlêdanan bê kurtkirin. Dozên ku heta niha bi tevahî du salan berdewam dikirin, tê plankirin ku heta sala 2017’an daxînin 9 mehan û şert û mercên penaberan bên başkirin.
Di çarçoveya reforma nû de tê xwestin kapasîteya wargehên penaberan ku 25 hezar penaber lê dimînin, îsal 4 hezar û 200’î zêde bikin û di 2016’an de jî 4 hezar kesî zêde bikin. Tê plankirin ku cihên starbûna penaberan bê zêdekirin û pêşî li kampaqaçax a herêma Calaîs a li hemberî Parîs û Brîtanyayê bê girtin.
Daîreya Kesên Bêwelat û Penaberên Neteweyî (OFPRA) û Dadgeha Penaberiyê ya Neteweyî (CND) wê derfetan zêde bikin. Di reformê de bi taybet tê gotin ku hejmara xebatkarên OFPRA bên zêdekirin û pêvajoya dozên li CNDA’yê tên dîtin, heta 3 mehan bên daxistin.
Bi reformê re wê penaber bi awayekî wekhev li welêt bên belavkirin û wê pêşî li kombûna penaberan li Parîsê were girtin.
Her wiha penaberên bersiva serlêdanê wernegirtine jî wê bibin xwedî destûra kar. Ji bo vê reformê ji partiyên rast û çep rexne dihatin. Partiyan îdîa dikirin ku wê ev cesaretê bide penaberan ku bên Fransayê.