PYD li Hesekê ji bo YPG'ê meşiya
PYD li Hesekê ji bo YPG'ê meşiya
PYD li Hesekê ji bo YPG'ê meşiya
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca piştgirtiya berxwedana YPG᾿ê li Efrînê meşek bi beşdariya hezaran kesî li darxistin.
Di çarçoveya rêzeçalakiya partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku ji bo piştgirtiya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şermezar kirina êrîşên komên çekar li ser Efrîn PYD’ê li bajarê Hesekê meşek lidar xist.
Meş bi silogana ᾿̓ Em berxwedana YPG᾿ê silav dikin û êrîşên çekdar li ser herêmên Kurdan şermezar dikin.᾿̓ Meş ji taxa Salihiyê dest pê kir di nava kolanên Salihiyê û Miftî re geriyan, Meş li Meydana Şehîdan a li taxa Miftî bi dawî bû. Li vir meşvan kombûn û axaftin hatin kirin.
Endamê Meclîsa PYD᾿ê Şêxmûs Ehmed axivî û berxwedana şervanên YPG᾿ê li Efrîn û seranserî Rojavayê Kuridstanê silav kir û wiha got: “Em bi dilekî gerim berxwedan li gelê Efrîn û şervanên YPG᾿ê ku ji hemû dunyayê re diyar kirin ku gelê Rojavayê Kurdistanê herêmên Rojava bê ku ziyanê bighîjim herêmê parastine. Em îro jî ji bo piştgirtiya wan dimeşin û gelê Rojava dê heta dawiyê ji bo parastina herêmên xwe li ber xwe bide û li dijî êrîşên komên çekdar li ber xwe bidin.᾿̓
Li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezîz Ehmo axivî û berxwedana YPG᾿ê û şêniyên navçeya Şêrawa ya Efrînê silav kir.
Endamê Meclîsa biratiya Gelan Ebdulfetah Fatimê û hunermend Cemal Tîrêj axivîn û êrîşên komên çekdar şermezar kirin.