PYD: Emê li dijî nijadperestiyê netewa demokratîk ava bikin
PYD: Emê li dijî nijadperestiyê netewa demokratîk ava bikin
PYD: Emê li dijî nijadperestiyê netewa demokratîk ava bikin
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 39. salvegera projeya Kembera Erebî ku ji aliyê rejîma Baas ve hatibû pêkanîn û kurd ji cih û warên wan hatibûn kirin de, diyar kir ku ewê lidijî hemû projeyên nîjadperest têbikoşin û xeta neteweya demokratîk pêş bixin.
PYD'ê bi munasebeta salvegera pêkanîna projeya Kembera Erebî ku di 24'ê Hezîrana 1974'an de destpê kiribû û di çarçoveya polîtîkayên nijadperest de kurdên Rojavayê Kurdistanê ji cihên wan hatibûn derxistin û li şûna wan ereb hatibûn bicîhkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev projeya ji aliyê Mihemed Teleb Hîlal ve hatibû amadekirin, guhertina demografiya herêmên kurdan armanc dikir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêveberiya Partiya Bees di 24'ê Hezîrana sala 1974'an de biryara bi hijmara 521 derxist û bi vê biryarê piroje hate despêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li sînor ji Dêrikê heta Serêkaniyê li ser erdnîgariyek 350 kîlometre dirêj û 10 kîlometre jî fireh, 35 gundên Ereban hatine avakirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku proje hişmediya nijadperest a Erebî ku pêhateyên din ên civaka Sûriyê nas nake dide nîşandan û dixwest pêkhateyên din, bi Erebkirinê tune bike.
Di daxwiyaniya hate bibîr xistin ku li hemberî van plan û projeyan niha li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha netewa demokratîk û sistema xweseriya demokratîk, şoreşek civakî tê jiyîn û wiha hat domandin: "Emê bi hemû derfetên xwe hewl bidin ku çanda demokrasiyê û hêmanên jiyana hevbeş pêş bixin, em ê bi hêzên azadîxwaz ên civaka Sûriyê re ji bo rakirina bermahiyên hemû projeyên nijadperest û kiryarên çewisandinê, hemû arîşe û pirsgirêkên ku rejîma Bees li pey xwe hiştine ji holê rakin da ku herkes bigihîje mafên xwe yên rewa."
Di dawiya daxwiyaniyê de hate gotin ku PYD wê ji bo jiholêrakirina hemû projeyên nijadperest wê têkoşîna xwe bidomîne û ev tişt hatin gotin: "Her weha ji bo ku Suriye bibe welatê me hemûyan, em ê li ser bingeha biratiya gelan, ji bo herkes bigihîje mafên xwe yên rewa, têkoşînê dewam bikin."