Pûtîn got ‘Qirkirin’

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, got ku ti hinceta mafdar a komkujiyên komî ya ji ber nasnameya etnîkî pêk tên, tine.

Pûtîn di malpera fermî ya Kremlîn de daxuyaniyek da û peyamek şand bernameya bi navê ‘Cîhaneke ku qirkirin lê tine’ a li Moskowê bi wesîleya bûyerên 1915’an pêk hatiye.

Pûtîn di peyama xwe de da zanîn ku 24’ê Nîsana 1915’an dîrokeke bi êş a têkildarî qirkirina Ermeniyan û bûyera bi êş û xof e.

Pûtîn bi lêv kir ku 100 sal şûnde li ber qurbaniyên trajediya mijara gotinê ne serî ditewînin û Rûsya vê trajediyê wek êş û pirsgirêka xwe dibîne.

Lîderê Rûs Putîn wiha berdewam kir: “Helwesta Rûsyayê objektîf û bi biryar e. Li gorî nasnameya etnîkî hinceta mafdar a komkujiyê nabe. Civaka navneteweyî ji bo ku ev hovîtiyên bi vî rengî careke din neyên jiyîn divê her tiştî bikin. Divê Ermenî û gelên din ên herêmî di nava aştiyê de bijîn.”