Protestoya Licê ya li Gazî rastî destwerdana polîsan hat
Protestoya Licê ya li Gazî rastî destwerdana polîsan hat
Protestoya Licê ya li Gazî rastî destwerdana polîsan hat
Li taxa Gazî ya Stenbolê, hovîtiya leşkerên Tirk a li Licê ku di encama gulereşandina wan de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bû, hat şermezarkirin. Lê belê protesto li destwerdana ava şid û bombeyên gazê ya polîsan rast hat û pevçûnên li ser vê yekê destpêkirin, li nava kolanan dewam dikin.
Rêxistina HDK ya navçeya Stenbol Sûltangaziyê, bi armanca şermezarkirina hovîtiya leşkerên Tirk a li Licê ku di encama gulereşandina wan de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da, li Taxa Gazî meşek lidar xist.
Bi sedan kes li rawestgeha berê ya qereqolê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Her der Licê her der berxwedan" heta ber mala Cem a li Gazî meşiyan.
Li vê derê daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn û êriş hat şermezarkirin. Piştî daxuyaniyê ciwanan xwestin meşa xwe dewam bikin û ber bi qereqola polîsan ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên Gazê û ava şid a ji TOMA'yan dest li ciwanan werdan. Ciwana jî bi avakirina bendan, fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan polîsan.
Pevçûnên ji ber destwerdana polîsan destpê kirin, li nava kolanan dewam dikin.