Projeya balafira leza wê saetê 8 hezar km ye, bi serketî hat ceribandin
Zanyarên Amerîkî û Awûstralyayê dan xuyakirin, ku wan projeya çêkirina balafira dikare bi leza herî kêm 7 caran ji leza deng zêdetir e bifire, bi awayekî serketî ceribandine.
Zanyarên Amerîkî û Awûstralyayê dan xuyakirin, ku wan projeya çêkirina balafira dikare bi leza herî kêm 7 caran ji leza deng zêdetir e bifire, bi awayekî serketî ceribandine.
Xebatên ji bo çêkirina balafira dikare saetê zêdeyî 8 hezar kîlometreyî bifire û rêwîtiya ji Sydney heta Londonê dike 2 saet, di çarçoveya bernameya bi navê Hypersonic International Flight Research Experimentation (Hifire) de tên meşandin.
Zanyarê Awûstralyayî Alex Zelinsky diyar kir, fuzeya ji bo ceribandinê hatiye avêtin, 278 kîlometre bi hewa ketiye û leza wê gihaştiye saetê 7,5 Mach.
Taybetmendiya herî girîng a vê fuzeya ceribandinê ew e, ku oksîjena li atmosferê ji bo xwe weke sotemeniyê bi kar tîne. Bi saya vê yekê, fuze bêyî giraniyekê hilgire, dikare bi leztir bifire.
Rêveberê bernameyê Alex Zelinsky da xuyakirin, ku bi serketina ceribandinê re, di asta 'şoreşê' de wê ji bo seferên hewayî guhertin pêk were.
Di çarçoveya vê bernameya di sala 2009'an de destpê kir û wê heta sala 2018'an bidome de, ceribandina di rêzê de wê di sala 2017'an de pêk were.
Navenda Hewakarî û Fezayê ya Elman (DLR) û şîrketa Boing a Amerîkayê jî di nava vê bernameyê de cih digirin.