'Projeya Aştiyê ya 100 salan li Îmraliyê ava bû'
'Projeya Aştiyê ya 100 salan li Îmraliyê ava bû'
'Projeya Aştiyê ya 100 salan li Îmraliyê ava bû'
Parlamentera BDP’e ya Êlihê Ayla Akad Ata di axaftina xwe ya li çalakiya "hikûmet gavê biavêje" de destîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Îmraliyê projeya çareserî û aştiyê ya 100 salî afirandiye.
Rêxistina BDP’a Êlihê di çarçoveya kampanya “Hikûmet gav biavêje” li Parka Ataturk çalakiya rûniştinê li darxistin. Duh piştî fitar hat vekirin bi sedan kes li ber Sînemaya Yilmaz Guney gihiştin hev û li pakê dest bi rûniştinê kirin.
Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata li vir axivî û got, “Em ji bo di 30 salan de êşên hatin kişandin dibêjin bila hikûmet gav biavêje. Ji bo cenaze neyên, şer çê nebe û hêstirên çavan ne rije em van çalakiyan lidar dixin. Di 7 mehê dawî de ji ber ku cenaze ne hatine me vê pêvajoyê pîroz dikin. Hikûmet kîjan gavan biavêje em jî dizanin û ew jî baş dizanin.”
Ata, diyar kir ku ji bo nasname, çand, ziman û dîroka gelê kurd bê nasîn û azadkirin dê pêvajoyê pêş ne bi rûniştin dê bi bersivan bixebitin û got ger ku îradeya hikûmetê gav avêtine hebe lazime van daxwazên kurdan bîne cih. Ata, anî ziman ku ew bi jin, ciwan, dayik û gel carek din dibêjin hikûmet gav biavêje û wiha got: “Em dibêjin di makeqanûnê de ji bo wekheviyê lihevhatin bike. Ji bo ku di makeqanûnê de hemwelatiya herkesî bê naskirin dibêjin hikûmet gav biavêje. Pêwîste di vî welatî de şert û mercên her nijadek û baweriyekî bê sererastkirin. Em dibêjin hemû astengiyên di zagonan de rake. Tişta herî girîng jî ew e ku bi salane li serê vî welatî bûye bela Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ye û em dibêjin bila ev qanûn biavêjin çopê.”
Ata, destnîşan kir ku di dîrokê de bê îtatiyên sivîl ên herî bi hêz gelê kurt kiriye û wiha axivî: “Gelê me di 7 mehê dawî de li her deverê çalakiyên li darxisitine û slavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re şandine. Lewra gel dizane projeya çareserî û aşîtiyê ya 100 salan di Girava Îmraliyê de hatiye avakirin. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê li Kûrdîstan û Tirkiyê li hemû Rojehelata navîn mifteya projeya çareseriyê ye û daye avakirin. Em slav ji mîmarê 7 mehê dawî yê ku vê vîna çareseriyê derxistiye holê ji Brêz Abdullah Ocalan re dişînin.”
Piştî axaftinan bi sedan welatî dest bi rûniştina 2 saetan kirin. Di çalakiyê de ciwanan bê navber stran vegotin û slogan berzkirin. Jinan jî bi dengê xwe zelal stran vegotin derdorê bi hestewar kir. Parlementer Ata jî ji welatiyan re staranek bi zaravayê zazakî vegot. Çalakî bi xwendina sirûda “Îro çerxa şoreşê” bi dawî bû.