Polîtîkaya Merkel a li ser penaberan 10 pûan jê kêm kir
Serokwezîra Elmanyayê Merkel, ku ji ber rê li ber pêla penaberan a hatina welêt vekir û herî dawî pêşengî ji peymana li ser penaberan bi Tirkiyeyê re kir tê rexnekirin, dengan winda dike.

Anketên dawî nîşan didin, rêjeya dengê partiyên xiristiyan demokrat CDU-CSU di asta herî kêm a 4 salên dawî de ye. Partiya dijberê penaberan AfD jî bi pêş de diçe.
Li gorî anketa dawî ya ji aliyê şîrketa Emnîd ve hat kirin, rêjeya dengê partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU û partiya xwişk a li Bavyera CDU daketiye ji sedî 33'an. Di anketa Enstîtuya Insa de jî ev rêje ji sedî 32 hat destnîşankirin. Ev yek jî nîşan dide ku li gorî rêjeya dengên di hilbijartinên giştî yên Îlona 2013'an de bi dest xist, 10 pûan kêm kiriye.
Di anketên destpêka meha Îlonê de rêjeya dengên CDU-CSU ji sedî 40-43 bû. Xuya ye di nava 7 mehan de van partiyên li desthilatdariyê bi 10 pûanan kêm kirine.
Li gorî anketa Emnîdê, partiya dijberê penaberan a bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku di meha Îlonê de rêjeya dengê wê ji sedî 4 bû, niha gihaştiye ji sedî 13'an. Di anketeke din a ji aliyê şîrketa GMS ve di nava meha Adarê de hat kirin, derket holê ku AfD wê ji sedî 14 ê dengan bistîne.
Li gorî anketan, eger îro hilbijartin bê kirin wê hevparê koalîsyonê Partiya Sosyal Demokratan (SPD) herî zêde ji sedî 20 heta 24 dengan werbigire.
Di anketan de hat ragihandin, rêjeya dengê partiya li mûxalefetê Partiya Çep (Die Linke) ji sedî 8 heta 11 ye. Dengê partiya Keskan jî ji sedî 10 heta 13 dixuye.
Partiya Demokrat a Lîberan (FDP) jî ku di hilbijartinên sala 2013'an de cara yekemîn li benda ji sedî 5'an aliqî, wê ji sedî 6 heta 7 ê dengan bistîne.
Di kêmkirina dengên CDU-CSU de tê gotin, helwesta Merkel a li pêşberî rewşa penaberan, ku di mehen ahvînê de derî li derbasbûna komî ya penaberan vekir û piştre bi hikûmeta AKP'ê re hevkarî kir, roleke mezin dilîze. Ev hevkariya Merkel û AKP'ê di medya Elman de di dema dawî de gelekî tê rexnekirin.