Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Polîsên Tirk pişta DAIŞ'ê digirin: li bajêr teror meşandin

Polîsên Tirk pişta DAIŞ'ê digirin: li bajêr teror meşandin

Polîsên Tirk ên li Wanê êrîşî xwepêşandana bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kirin, bajêr veguherandin qada şer. Di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li Wanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê, bi hezaran kes li Parka Musa Anter li hev kom bûn û beriya ku dest bi meşê bikin li rastî êrîşa dijwar a polîsên Tirk hat. Ji ber bombeyên gazê yên polîsên Tirk bajar ji dûmanê tarî bû.

Hate ragihandin ku alîkarê Midûrê Emniyeta Wanê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Mûsa Îtah destnîşan kiriye û ji polîsan re gotiye "Li serokê bajêr bixin, bikujin".  Piştî axaftina şefê polîsan, polîsan bi copan êrîşî Îtah û kesên li gel wî bûn kirin.

Piştre bûyer li kolanên navenda bajêr belav bûn û polîs bêyi ku tu hedef nîşan bidin, bombeyên gazê avêtin her derê bajêr. Kesên ji ber Cejna Qûrbanê hatibûn bajar jî li rastî êrîşa polîsan hatin û para xwe ji êrîşê girtin.

Heta saetên danê êvarê, pevçûnên li bajêr berdewam dikirin.