Polîsê îşkencekar ê Arjantînî li Brezîlyayê hat girtin

Polîsekî berê yê li Arjantînê bi sûcên revandin, îşkence û qirkirinê yên di navbera salên 1976-1983'an de tê sûcdarkirin, li Brezîlyayê hat girtin.

Polîsekî berê yê li Arjantînê bi sûcên revandin, îşkence û qirkirinê yên di navbera salên 1976-1983'an de tê sûcdarkirin, li Brezîlyayê hat girtin.

Roberto Oscar Gonzalez ê li Arjantînê di navbera salên 1976-1983 dema dîktatoriyê de polîs bû, ji ber revandina mirovan, îşkence û qirkirinê hat girtin. Di daxuyaniya Înterpol de hat ragihandin ku Gonzalez li herêma Vîamao ya li başûrê Brezîlyayê hatiye girtin.

Yek ji du polîsên ku ev 10 sal in ji aliyê polîsê Brezîlyayê ve tên şopandin, beriya sê hefteyan mir. Li ser vê yekê Înterpol polîsê duyemîn girt. Gonzalez ji ber revandina mirovan, girtina bi îllegal, gef û qirkirinê hat girtin.

Gonzalez salek piştî darbeya leşkerî, ji ber kuştina rojnamevan Rodolof Walsh jî lê dihat gerîn. Cesedê Walsh hînê nehatiye dîtin. Rojnameyeke Brezîlya O Globo diyar kir ku Gonzalez heta sala 1997'an li Brezîlyayê dijiya û sûcê biçûk dikir.

Gonzalez niha li girtîgeha dersînorkirinê tê ragirtin û wê ji Arjantînê re bê şandin. Di dema dîktatoriyê ya li Arjantînê de 30 hezar kes hatin kuştin an jî hînê winda ne.