Polîsan li Colemêrgê êrîşî gel kirin

Polîsan li Colemêrgê êrîşî gel kirin

Li Colemêrgê polîsan êrîş bir ser girseya gel a ku nerazîbûn nîşanî binçavkirina ciwanekî ji aliyê polîsan ve dan.

Polîsên Tirk li ser Cadeya Cumhuriyetê ya Colemêrgê bi îdîaya di çalakiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, mototof avêtiye bankayekê, ciwanek binçav kirin. Gel nerazîbûn nîşanî polîsan dan û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kir. Polîsan bi êrîşa bombeyên gazê navenda bajêr ji dûmanê tarî krin.

Piştî êrîşê ciwanan bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Ji ber êrîşa polîsan derabeyên dikanan li navenda bajêr hatin girtin û polîs vediguhêzin navenda bajêr.

Bûyerên li bajêr berdewam dikin.