Polîsan êrîşî aktîvîteya 14’ê Tîrmehê kir: Gelek kes hatine binçavkirin
Polîsan êrîşî aktîvîteya 14’ê Tîrmehê kir: Gelek kes hatine binçavkirin
Polîsan êrîşî aktîvîteya 14’ê Tîrmehê kir: Gelek kes hatine binçavkirin
Ji bo bîranîna berxwedêrên ku di 14’ê Tîrmeha sala 1982’yan de li Zîndana Amedê ji bo pêkutiyên derveyî mirovatiyê protesto bikin dest bi Rojiya Mirinê ya Mezin kirin û çûn şehadetê ji Taxa Kaynartepe heta Koşuyolu meşeke bi meşale hat lidarxistin. Meş ku rastî mudaxeleya polîsan hat di nav de zarok gelek kes hatine binçavkirin û alozî berdewam dike.
Rêxistina BDP’ê ya Amedê ji bo bîranîna berxwedêrên di 14’ê Tîrmeha sala 1982’yan de li Zîndana Amedê ji bo pêkutiyên derveyî mirovatiyê protesto bikin dest bi Rojiya Mirinê ya Mezin kirin û çûn şehadetê ji Taxa Kaynartepe heta Koşuyolu meşeke bi meşale li dar xist. Piştî girse hat Koşuyolu Seroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyaniya çapemeniyê da. Piştî daxuyaniya Zumrut jî sînevîzyon hat temaşekirin. Dema girseyê sînevîzyon temaşe dikir gelek polîsên sivîl mudaxeleyî girseyê kirin. Bi mudaxeleyê re di nav wan de zarok gelek kes hatin binçavkirin. Derdora parkê jî bi panzer û maşîneyên ku ji wan re dibêjin dûpişk hatin dorpêçkirin. Mudaxeleya polîsên sivîl jî berdewam dike.