Polêsên Elman bi gazê êrişî Kurd wêneyên Ocalan vekirin kirin'

Polêsên Elman bi gazê êrişî Kurd wêneyên Ocalan vekirin kirin'

Li bajarê Elmanya Essenê, Kurdên tevlî xwepêşandana piştgiriya bi Taksîmê re bûn, bi hinceta wênêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirine li êrişa polêsên Elman rast hatin. Di encama êrişa bi gazê de 3 kes hatin binçavkirin.

Bi sedan kesên li navenda bajarê Essenê li hev kom bûn, dirûşmên li dijî AKP û Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan qêriyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de gelek wêne û poster hatin vekirin. Yek ji wan jî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Polêsên Elman ji xwepêşandêran xwestin wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deynin. Le ciwanan wêne dananî û polêsan jî bi gaza bîberê êrişî ciwanan kirin. Ji ber gazê, li gel rêveberên Partiya Çep (Die Linke) gelek kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Di encama êrişê de 3 ciwanên Kurd ên navên wan nehat zanîn, bi hinceta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtine, hatin binçavkirin.