Poisson: Divê Fransa bi Esad re li hev bike

Piştî hevdîtina 4 parlamenter û senatorên Fransayê, lîderê partiyekê yê bi lîderê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin kir, ket rojevê.

Piştî hevdîtina 4 parlamenter û senatorên Fransayê, lîderê partiyekê yê bi lîderê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin kir, ket rojevê. Parlamenterê Fransayê Jean-Fédéric Poîsson, xwest polîtîkaya Sûriyeyê bê guhertin û welatê wî di 'ji nû ve avakirinê de cih bigire'.

Jean-Fédéric Poîsson ku Serokê partiya Demokratên Xiristiyan (PCD) ye û di heman demê de parlamenterê Yvelînes e, bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinek kir. Poîsson da xuyakirin ku rejîma Esad a ji Îranê destekê dibîne wê şerê navxweyî qezenç bike û ji Fransaya ku dixwaze di 'ji nû ve avakirina welêt de cih bigire' xwest polîtîkaya xwe biguherîne.

Parlamenterê Fransayê bi Esad re li Şamê hevdîtin kir û îdîa kir ku komên mûxalîf 'wê ti carî nikaribin xwe bigihînin paytextê'. Parlamenter diyar kir ku Esad berevajî îdîayên di medyayê de ne 'qesab' e.

Jean-Fédéric Poîsson da xuyakirin ku bi peymaneke tevî Îranê qertên li Rojhilata Navîn wê ji nû ve tevlîhev bên kirin û got, "Di rewşeke bi vî rengî de Fransa hem wê kredîbîlîte û bandora xwe, hem jî îhaleyên ji nû ve avakirinê winda bike." Poîsson îdîa kir ku dem hatiye Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Wezareta Karên Derve 'şiyar' bibe.

Parlamenterê Fransayê û lîderê partiyê wê duh êvarê jî biçûya bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û kampên penaberan ziyaret bikira.

Di meha Sibatê de jî 4 parlamenter û senatorên Fransayê çûbûn paytexta Sûriye Şamê û bi Beşar Esad re hevdîtin kiribûn.