Plana reformê ya Syrîza wê li Meclîsê pêşkêşî dengdanê bê kirin

Plana Hikûmeta Syrîza ya ji bo tedbîr û reformên aboriyê yên peşkêşî hevdîtinên YE û IMF’ê kir, wê îro pêşkêşî meclîsa Yewnanîstanê bêkirin.

Tê payîn ku dengdayîn îro danê êvarê de pêk bê. Li gorî derdorên aboriyê di pakêta nû de xalên ji bo referandûmê hatine pêşkêşkirin û ji aliyê gelê Yewnan ve hatiye redkirin, wê di dengdayîna meclîsê de bi zehmet derbas bibin.

Berdevkê koma meclisa Syrîza, Nîkos Fîllîs bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bawer dikin wê tedbirên tesefûrê yên nû ji aliyê meclîsê ve bên erêkirin.

Hikûmeta Koalîasyon ya Syrîza jî di nav de ye, ji 300 kursiyî 162 kursiyên wan hene.

Tsîpras beriya dengdayînê bi rayedarên partiya xwe re rûnişt û di civînê de diyar kir ku encamên referandûmê destê wan xurt kirine. Tsîpras diyar kir ku YE ji pereyê hevbeş dernekeve, neçarin li zemîneke lihevkirinek baş bigerin.

Syrîza tedbîrên ku pêşkêşî YE û IMF’ê de wiha dibêje:

-Di xizmetên posta û kargoyê de bac wê bên zêdekirin

-Di sektora restoran û gastronomiyê de bac wê derkeve ji sedî 23’ê

-Ji 2019’an şûnde alîkariyên bo teqawîtan tên dayîn wê bê rawestandin

-Ji 2016’an û vir de xerckirinên parastina 300 mîlyon Euro wê bên birîn.

-Gelek bender û OTE yên Telekomê wê bên taybetkirin

-Ji Giravên dewlemend wê ji sedî 30 bac bê girtin.