Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

PKK'ê "Şehîdên Cotmehê" bibîr anî

PKK'ê "Şehîdên Cotmehê" bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê, "Şehîdên Meha Cotmehê" bibîr anî. 

Di daxuyaniya li malpera fermî ya înternetê ya PKK'ê de hat weşandin de hat gotin, "PKK'ê şehîdên me weke paşeroja me, îroj û siberoja me nirxandiye û şoreşa Kurdistanê li ser van bingehan aniye roja îro."

Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd her şehdî li gorî xweseriya xwe nirxandiye û gihandiye roja îro, bicihanîna soza li her şehîdî weke wezîfeyeke jêneveger a şoreşgerî dîtiye û her tim jiyaneke li gorî dilsoziya bi vê sozê esas girtiye.

Dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîrokek ji serî heta binî bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin e. Di her sal, her meh, her hefte û her rojê de bi dehan şehîd daye. Meha ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê herî zêde şehîd tê de daye meha Cotmehê ye. Di vê meha ku şerên mezin hatin dayîn de, ji bo azadiya Kurdistanê berdêlên mezin hatine dayîn.

Yek ji rêhevalên me yên di vê mehê de şehîd dane Abdûrrahman Motor e. Rêhevalê me Salih yanî Abdûrrahman Motor ku yek ji têkoşerên tevgera mezin a şoreşgerî daye destpêkirin e, di sala 1987'an de bi dehan çalakî li dû hev lidar xist û di 9'ê Cotmeha 1987'an de li Botanê tevlî karwanê şehîdan bû."

Di 1'ê Cotmeha 1991'ê de ewladê mezin ê Arabanî yê gelê Kurdistanê Battal-Saît Ateş û yek ji ewladên bijarte yê Elbîstanê Abbas-Hasan Vûral li dû berxwedana mezin a li dijî hêzên dewleta Tirk ên faşîst, li çiyayên Dîlokê jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji nûnerên xurt ên welatparêziya Semsûrê Seyidxan-Yûsûf Çetîn ku yek ji pêşengên vegera ji Ewropayê ber bi Kurdistanê bû, li Golbaşi di şerê li hemberî hêzên mêtînger ên Tirk de bi 6 rêhevalên xwe re tevlî karwanê nemiran bû."

Komîteya Rêveber a PKK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Azadîxwazî di heman demê de esasgirtina azadiyê di ruh de ye. Rêya ber bi azadiyê ve diçe jî rêya bi hunerê ve dimeşe ye. Huner jî bûyîna dilê şoreşê ye. Yek ji dilên herî bedew ê şoreşa têkoşîna me ya azadiyê jî bi kesayetiya xwe ya hunermend, keça bijarte ya Serhedê Sarya-Nûrsel Înce ye ku di 8'ê Cotmeha 1995'an d gihîştiye şehadetê.

Rêhevaleke me ya din a rûyê herî bedew ê têkoşîna azadiyê ya Kurd, yek ji nûnerên bijarte yên kevneşopiya çapemeniya azad, keça leheng a Çewlikê rêhevala me Gûrbetellî Ersoz e. Rêhevala me Zeynep-Gûrbetellî Ersoz, di encama kemîna tankên hêzên TC ên dagirker ku di encama nokeriya xeta xiyanetê hat danîn, li gel komek rêhevalên xwe di 8'ê Cotmeha 1998'an de li qûntarên çiyayê Gareyê tevlî karwanê şehîdan bû.

Yek ji milîtanên jîr ên jin ê xaka Pazarcixê Fîdan-Zeynep Kalan ku yek ji şopdarên xurt a Besê Anûşan e, di 8'ê Cotmeha 1992'an de bi komek rêhevalên xwe re li xaka Pazarcixê jiyana xwe ji dest da. 

Milîtanekî din ê PKK'ê yê li refên azadiyê bi sekna xwe ya bijarte derdiket pêş, bi berxwedan û sekna xwe ya şoreşger a bi heybet li Cûdî nîşan da re rêhevalê me Xemgîn-Mecît Îslamî ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku di 11'ê Cotmeha 2006'an de tevlî karwanê şehîdan bûye.

Ji nîşaneya ciwanên Kurdistanê rêhevalê me Baz-Emrah Bayer, Zîndan-Erhan Yergîn ê ji Sêwerekê, Leşker Ciwanro-Umît Azîzî ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Avesta-Şeyma Yildiz a ji Bedlîsê, Selman-Ebûbekîr Dûman ê ji Colemêrgê, Mizgîn-Hunsa Akgul û bi dehan, bi sedan û bi hezaran rêhevalên me di meha Cotmehê de tevlî karwanê şehîdan bûye û dîroka bi heybet a tevgera azadiyê bi xwîna xwe nivîsandine."

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo berjewendî û siberojên azad ên gelê Kurd ti carî ji dayîna berdêlan xwe venegirtiye û got, "Ev berdêl dayîna ewladên xwe yên herî giranbuha be jî, mîna ku îro li Kobanê, Kerkûkê, Celawle, Rebîa û Şengalê tê dîtin, ji dayînê xwe venegirtiye, wê di pêşerojê de jî xwe ji dayîna van berdêlan venegire.

Lê belê divê ev yek bê zanîn, ku dijminê gelê Kurd û gelê Kurdistanê vala nasekinin. Her roj lîstikên qirêj û gemarîtir çêdikin û êrîşî nirxên gelê Kurd dikin. Rêya qezençkirina van nirxên bi berdêlên gelekî mezin hatine bidestxistin, mîna berxwedana destanî ya li Kobanê, bi berxwedanên mezin dibe.

Ji bo vê yekê çawa ku îro li Bakurê Kurdistanê gelê me ji bo Kobanê li ser piyan e, em bang dikin ku îro jî sibê jî, li ser bingeha rastiya gelekî şer dike, şev û roj, bênavber, 24 saetan di teyaqûzê de bin, nirxên mezin ên şoreşê hem biparêzin hem mezin bikin. PKK'ê bang li gelê Kurd kir ku li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberiya neteweyî li dijî dijminê gelê Kurd bikevin nava seferberiya neteweyî.