‘PKK’ê rolê pêşeng yê gelê Kurd ji nû ve zindî kir’

‘PKK’ê rolê pêşeng yê gelê Kurd ji nû ve zindî kir’

Endamê Saziya Komeleya Ciwan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Senar Zagros têkildarî 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê û rolê ciwanan ê di avabûna PKK’ê û roja me ya îro de ji ANF’ê re axivî. Zagros bilêv kir ku, PKK’ê dîroka gelê Kurd ji nû ve nivîsandiye û rolê pêşeng yê hezaran salan yê gelê Kurd li Rojhilata Navîn careke din pê daye qezenc kirin.

Endamê Saziya Komeleya Ciwan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Senar Zagros da diyarkirin ku, ew biruhê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “PKK romaneka dawî lê nahtiye” xebatê didin meşandin û got; “Armanca me ewe ku em bi ruhê 27’ê Mijarê damezirandina PKK’ê li ser esasê gotina Rêber Apo ya dibêje, ‘romaneka dawiya wê nehatî’ dixebitîn û hewil didîn ew heyecan, xurûş û biryardariya ku di destpêkê avabûna PKK’ê de heyî bidin avakirin. Niha ev xebat li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têne birêve birin. Gelê me jî birastî eleqeyekî pir mezin nîşan dide. Her wiha birastî jî xwedî nêzîkatiyekî coşa destpêkê ya avabûna PKK’ê ye. Bigiştî xebatên me li ser vî bingehî ne.”

PKK’Ê DÎROK JI NÛ VE NIVÎSAND

Zagros li ser rastiya Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve 27’ê Mijdara sala 1978’an hatî damezirandin jî wiha axivî: “Eger em bên rastiya PKK’ê hem di aliyê Kurdan de û hem jî di aliyê tevayî gelên Cîhanê de tê çiwateyê jî, weke ku me di destpêkê de jî gotî, Rêber Apo ev weke ‘romaneka dawiya wê nehatî’ binav dike. Eger nivîskarê vê romanê bi evîna azadiyê, bicoşa têkoşîn û biryardariyê re nebûyî be yek, dê romana binivîse bibe nîşaneya tarîtî û hilweşînê. Ev dê bibe wateya dawiya wî gelî. Ji ber wê çendê jî ew hevok, ew têgeha ku Rêber Apo anî ziman, di rastiyê de tê wateya hemû dîroka gelê Kurd ya ku berê hatiye nivîsandin, ji serî ve binivîse û bi coş, biryardarî û têkoşînekî mezin beşdarî qada azadiyê bibe. Ji nû ve vegerîne rastya wê bixwe. Wêneyek ji nû ve hatiye xêzkirin û gelê me jî xwedî li vê derketiye û heya roja îro aniye.

PKK’Ê ROLÊ PÊŞENG YÊ GELÊ KURD CAREKE DIN ZINDÎ KIR

Zagros anî ziman ku; “Dema ku mirov temaşeyî dîroka Kurd, serhildanên Kurdan heya digehe derketina PKK’ê dike, li ser gelê Kurd komkujî, qirkirin û zilm dihate meşandin. Mirov dikare bêje vê heya demek diyar ê derketina PKK’ê jî dom kir û li ser me jî pêkhatiye. Mirov dikare bêje derketina PKK’ê ji vê rewşê re got raweste û li gel vê jî PKK’ê xaka gelê Kurd Kurdistan-Mezopotamyayê ku bi hezaran sale lê jiyan dikin, careke din têkoşîna berxwedan û vejînê zindî kir û xiste nava tevgerê. Careke din rolê pêşeng ê gelê Kurd yê beriya hezaran salan li ser xaka Mezopotamyayê vegerîne û zindî bike. Ji ber ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê, asîmîlasyon û zilmê hewil didan çand, ziman û hebûna gelekê li ser rûyê cîhanê jê bibin.”

ŞOREŞA ROJAVA ENCAMÊ TÊKOŞÎNA PKK’Ê YE

Zagor destnîşan kir ku, ciwanên Tirk jî zanîn di encama şoreşa gelê Kurd de dê gelê Tirk jî azad be û got: “Ciwanên Kurd û Tirk ên li hemberî van polîtîkayan derketin û ji vê re gotin raweste, di rastiya xwe de 27’ê Mijdarê ev bû. Derketina PKK’ê û piştre îfadeya tekoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd û Tirk e. Encama vê ya herî şênber jî şoreşa Rojava ye. Yanî hevalên ji Tevgera Şoreşgerên Tirk ên li ser xeta rêheval Heqî Karer dimeşin beşdarî şoreşa Rojavabûyîn difikirin ku, dê di encama têkoşîna şoreşgerî ya gelê Kurd de gelê Tirk jî azad bibe û li Rojava şehîd dikevin. Îro li Rojavayê Kurdistanê bêgûman rewşa ku bigotina Rêber Apo ya destpêkê berxwedan û piştre jî vejînê derketî holê, îro bi awayekî şênber weke têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Ev di encama berxwedana ruhê ku di 27’ê Mijdarê avabûna PKK’ê û berxwedana zindana Amedê ye. Li ser vî bingehî ango li ser vê têkoşîn û biryarbûnê PKK ber bi pêvajoya fînalê hatiye. Şoreşa Rojava mînaka herî şênber ya vê ye. Îro hemû sîstemên cîhanê li dijî coş, biryarbûn, ruh, şêwazê jiyanê û felsefeya derketina PKK’ê ya destpêkê têkoşîn didin, lê têkoşîna ku gelê Kurd û derdorên demokrat ên li Rojava didin meşandin, ew wê şêwazê fikir û felsefeya PKK’ê piştrast dikin.

PKK TEVGEREK YA CIWANA NE

Endamê saziya ciwanan Senar Zagros anî ziman ku, koma destpêkê yê PKK damezirandî ciwan bûn û diyarkir ku ciwan pêşengên civakê ne. Senar da zanîn ku; “Eger em temaşeyî dîrokê bikin jî, temaşeyî rastiya gelan û sîstemên cîhanê bikin jî, mirov dibîne ku gelek rastiya xwe li ser karekterê ciwanan îfade dike. Eger di civakekê de pêkhateya ciwan û karekterê ciwan; têkoşer, berxwedanvan, nûjen û li hemberî azadiyê bibiryar be, civak jî dê li pey wî biçe. Her çendî ku rê bi keleman jî hatibe girtin, ew dê zêde civakê neêşine. Ji ber ku karekterê ciwan di rastiya xwe de ruhê têkoşîn, berxwedan û zelaliyê ye. Çanda berxwedanê li gel heye. Eger em vê ji bo ciwanên Kurdistanê bînin ziman jî, mirov bêje ciwanên feda dê hîn rast tir be. Koma destpêkê ya PKK’ê û avakarên 27’ê Mijdarê damezirandina PKK’ê ciwanin. Ew ruhê dînamîk û berxwedêr yê ciwanan,  rastiya gelê Kurd careke din zindî kir. vebûna çavên girtî, zimanê lal û guhên ker di rastiya ciwanan de veşartiye. Rastiya dibin cesaret û wêrekiya li hemberî çek û panzerên dijmin zindîbûn û ruhê berxwedêr yê ciwanane. Yek ji sedemên ku li cîhanê PKK weke pêkhateyekî ciwana tê naskirn jî, bê tirs û bicesaret hilgirtina wê nasnameyê ye.”

BI RUHÊ 27’Ê MIJDARÊ BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN Û RÊBER APO AZAD BIKIN

Zagros herî dawî bang li ciwanên Kurdistanê û hemû cîhanê kir û got: “Pêwîste mirov bang li hemû ciwanên Kurdistanê û cîhanê bike. Ji ber ku em tevgerekî enternasyonalîstîn. Karektera wê û pêkhateya wê ya şoreşgerî jî wihaye. Ji ber vê çendê banga me ji hemû ciwanan ewe ku; xwedî li ruhê 27’ê Mijdarê û ruhê berxwedana zindana Amedê derbikevin û bi şoreşa Rojava ya îro derketî re bikin yek, her wiha ji bo destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin bihêz bibe pêngavên bihêz bi avêje. Ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bilind bike û berê xwe bide çiyayên azad.”