PJAK'ê nûçeyên şer derewand

PJAK'ê nûçeyên şer derewand

Kordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê nûçeya ku îdîa dike di navbera wan û pastarên Îranê de şer derketiye, derewand.

Di daxuyaniya PJAK'ê de li ser mijarê weha hat gotin: “ Di 10'ê Hezîrana 2013'an de, ajansa nûçeyan M^hir a ser bi Komara Îslamî ya Îranê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku di navbera gerîlayên me û hêzên artêşa pastarên Komara Îslamî ya Îranê de di 6'ê Hezîranê de şer derketiye. Li gorî vê nûçeyê, fermandarekî pastaran ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin."

PJAK'ê da xuyakirin ku ti şer çê nebûye û got, "Ev nûçe ji rastiyê dûr e. Di wê demê de ti şer di navbera gerîlayên me û hêzên rejîmê de rû nedaye. Û fermandarê pastaran jî ji aliyê hêzên me ve nehatiye kuştin."