Piştî rojekê di vî wêneyî de jiyanek kêm bû

Piştî rojekê di vî wêneyî de jiyanek kêm bû

Malbata Kîno ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gundê xwe terikandin bi sewalên xwe ve hatin navenda Kobanê. Malbata ku em roja yekemîn axivî di roja duyemîn de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê keça xwe ya 8 salî Azîzê Kîno winda kirin, ciwanekî 18 salî jî birîndar bû. Dayika 9 zarokan Xezal Kîno bi gotina “rewşa me li aliyeke baş e li aliyeke jî nebaş e. Baş e ji ber ku me axa xwe neterikand. Li Tirkiyeyê xizmên me yên li wir perîşan bûne. Nebaş e ji ber ku me gundên xwe terikand, sewalên me li vir nexweş ketin. Hewa sar e, li wir mal û axurên me hebûn lê li vir tiştek nîn e, em li derve ne” hestên xwe anî ziman. 

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi deh hezaran welatiyên Kobanê ax û malên xwe terikandin lê hê jî bi hezaran welatiyên sivîl li Kobanê dimînin û li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin. DAIŞ di rojên dawî de herêmên ku sivîl lê dijîn bi hewanan topebaran dike û dixwaze ji bajar derkevin. Lê welatiyên ku li Kobanê mane jî bi biryar in ku bajar nekerikînin. Bi gotina “em bimirin jî li ser axa xwe bimirin” biryarbûna xwe tînin ziman. Welatiyên li vir pirsgirêka zaxîre, tenduristî û germbûnê dijîn. Lê ligel vê yekê jî hewl didin jiyana xwe bidomînin. Malbata Kîno jî ji gundê Tevşo yê Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin navenda Kobanê. Malbat dema ku hatiye sewalên xwe jî bi xwe re anîne. Di bin gule û hewanan de hem ewlehiya xwe digirin hem jî sewalên xwe xwedî dikin. Lê duh çeteyên DAIŞ’ê cihê ku ew lê dijîn hedef girtin û 6 hewan avêtin di encama hewanê de Azîze Kîno ya 8 salî jiyana xwe ji dest da. Me beriya rojeke bi malbatê re hevdîtin pêk anîbû. Di nava dîmen û wêneyên ku me kişand de Azîze jî hebû. Lê piştê topa hewanê dema roja duyemîn em çûn vê carê Azîze tunebû. Bi Azîzeyê re Hayder Yusif Eto (18) jî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da. 

'CIWANÊN ME SERJÊ DIKIN, MALAN TALAN DIKIN'

Yusif Kîno Mihemmed jî der barê şert û mercên tê de ne ev tişt anî ziman: “Em bûn muxacîr, ji gundê xwe derketin. Ereb ji me re dibêjin hûn wekî Israîlê ne. Ciwanên me serjê dikin, malên me talan dikin. Ji vê xirabtir tiştek heye? Em rezîl bûn.”

Malbata Kîno li mala ku bi cih bûne bi sewalên xwe re dijîn. Xezal Kîno ya ku li cem zarokên xwe cilan dişo jî ev tişt anî ziman: “Ez li vir cilên zarokên xwe dişom. Em bi sewalan re dijîn. Zarok pir qirêj bûn.” Xezal Kîno got ku 9 zarokên wê hene û wiha berdewam kir: “Rewşa me li aliyeke baş e li aliyeke jî nebaş e. Baş e ji ber ku me axa xwe neterikand. Li Tirkiyeyê xizmên me yên li wir perîşan bûne. Nebaş e ji ber kum e gundên xwe terikand, sewalên me li vir nexweş ketin. Hewa sar e, li wir mal û axurên me hebûn l êli vir tiştek nîn e, em li derve ne. Lê heval bila me xwedî bikin, wekî din kese îme nîn e. Sewalên me jî ew xwedî dikin. Ew êmê ji bo sewalan tînin.”

'GUNDÊN KURDAN ŞEWITANDIN'

Îslîm Kîno jî diyar kir ku ew ji cih û warên xwe bûne û wiha got: “Ma rewşa me yê çawa be. Hemû gundên kurdan şewitandin. Zarokên me hinek çûn Tirkiyeyê. Min nexwest biçim. Zarokên min li wir in lê ez dixwazim vegerim gundê xwe.”