Piştî belgeyên Panama lêpirsîn zêde dibin
Detayên Belgeyên Panama di organên medyaya cîhanê de yek bi yek tên eşkerekirin. Li gelek welatan jî têkildarî kes û saziyên navên wan derbas dibin lêpirsîn hatin destpêkirin.
Detayên Belgeyên Panama di organên medyaya cîhanê de yek bi yek tên eşkerekirin. Li gelek welatan jî têkildarî kes û saziyên navên wan derbas dibin lêpirsîn hatin destpêkirin.
Detayên Belgeyên Panama di organên medyaya cîhanê de yek bi yek tên eşkerekirin. Li gelek welatan jî têkildarî kes û saziyên navên wan derbas dibin lêpirsîn hatin destpêkirin.
11,5 mîlyon belgeyên kabîneya bi navê Mossack Fonseca, ku di mijara avakirina şîrketên offshore û îdareya wan a li Panama de şêwirmendiyê dike, pêl bi pêl tên weşandin. Di nava van belgeyan de navên gelek serokdewlet, siyasetmedar, wezîfedarên payebilind, şîrket û şexsiyetên navdar derbas dibin. Li Elmanya, Fransa û Hollandayê jî lêpirsînan destpê kirin.
Li Fransayê, hebûna şîrketeke paravan a 'partiyeke mezin a siyasî' ya navê wê hînê nehatiye eşkerekirin, di çapemeniyê de cih girt. Hat ragihandin Dozgeriya Malî (PNF) di mijarên şofandina pereyên reş û revandina bacê de pêş lêpirsîn hatiye vekirin.
Li Hollandayê jî Wezareta Maliyeyê ragihand, ku wê têkildarî welatî yan jî şîrketên navên wan di Belgeyên Panama de derbas dibin, lêkolînê bidin destpêkirin. Dozgeriyê diyar kir, piştî lêkolînkirna daneyên li ser Hollandayê, wê biryar bê dayîn ku hatineyên divê baca wê bê dayîn heye yan na.
Têkildarî şîrketên navên wan di Belgeyên Panama de derbas bûn, beriya niha Banka Neteweyî ya Hollandayê (DNB) lêpirsîn vekiribû.
LI ELMANYAYÊ NAVÊN 28 BANKAYAN DERBAS DIBE
Li Elmanyayê jî derketibû holê ku bi taybetî sektora bankayê bi buroya şêwirmendiyê ya bi navê Mossack Fonseca re xebitiye. Ji bankayên sereke yên welêt Deutsche Bank û Commerzbank jî di nav de navên bi qasî 30 bankayan di nava skandalê de derbas dibe.
Li gorî nûçeya Suddeutsche Zeitung, hejmara bankayên xizmet ji Mossack Fonseca digire 28 e. Li gorî nûçeyê, bankayên Elman ji bo muşteriyên xwe bi qasî 1.200 şîrketên offshore ava kir an jî îdareya wê radestî Mossack Fonseca kir.
BI BELGEYÊN JI SUDDEUTSCHE ZEITUNG HATIN ŞANDIN RE DESTPÊ KIR
Belgeyên Panama (Panama Papers) di destpêka sala bihurî de ji aliyê çavkaniyeke nediyar' ve ji rojnameya Elman Suddeutsche Zeitung re hatin şandin. Tê gotin ev belge ji 2,6 tera octet (260 hezar mîlyar octet) pêk tê û xwedî 11,5 mîlyon dosyayan e. Hat ragihandin, Suddeutsche Zeitung ji ber zêdebûna van dosyayan ji Konsorsiyoma Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî (ICIJ) alîkarî xwest.
ICIJ jî ev belge di nava 370 rojnamevanên ji 80 welatan parve kir û dest bi lêkolînkrinê kir. Di belgeyan de navê 6 serokdewletên hînê li ser kar in û bi sedan siyasetmedar û karmendên payebilind derbas dibin.
Di Belgeyên Panama de navên bi qasî 100 şîrketên li Tirkiyeyê derbas dibin. Agahiyên berfireh ên li ser belgeyan hînê tên weşandin.