Pirtûka ‘Rastiya Zindana Amedê’ ya Aktaş sûc hate dîtin
Pirtûka ‘Rastiya Zindana Amedê’ ya Aktaş sûc hate dîtin
Pirtûka ‘Rastiya Zindana Amedê’ ya Aktaş sûc hate dîtin
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş ku di "Qirkirina siyasî" ya di bin navê "KCK"ê de li Amedê tê darizandin, di rûniştina dozê de diyar kir ku nivîsandina pirtûka ku rastiya Girtîgeha 5 Nolu ya Amedê digire dest, wekî sûc hat ditin û wiha got: "Ev tê wateya qedexekirina ramanê. Li Zindana Amedê sûcê mirovahiyê pêk hat. Bi sedan mirov di îşkenceya herî giran re derbas bû û seqet man. Bi dehan girtiyan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Min bûyer û geşedanên bi çavê xwe dît nivîsand. Min li ser vê rastiyê xebata pirtûkê kir û ev hêj nehatibû çapkirin. Li kudera cîhanê hatiye dîtin ku mirov çavdêriyên xwe û serpêhatiyê xwe binivîse bûye sûc?"
Rûniştina doza Sereke ya Amedê ku wekî "Qirkirina siyasî" tê bi navkirin û 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Serokê ÎHD'ê yê Berê Muharrem Erbey jî di navde 46 kes girtî bi tevahî 47 siyasetmedar amade bûn. Parêzerên girtiyan û wergerê amade bûn. Hevserokê DTP'a Amedê yê berê Firat Anli jî di rûniştinê de amade bû.
îro rûniştinê bi xwendina delîlên derbarê Parlamenterê BDP'e yê Wanê Kemal Aktaş de hat xwendin. Di delîlan de meşa li dijî operasyonan, tevlîbûna merasima cenaseyên gêrîlayên HPG'ê û nivîsandina pirtûka rastiya zindana Amede wekî sûc hat dîtin. Aktaş bertek nîşanî îdianameyê da û anî ziman ku, ev şerma demokrasiyê û mafên miravan e.
Aktaş îdîanameya derbarê xwe û îdiayên şahidê nepen red kir û diyar kir ku, tiştekî wisa ne pêkane. Di îdîanameyê de xwendina kovara Ozgur Halk û Yurtsever Gençlikê jî wekî sûc hat dîtin.
Aktaş bertek nîşanî îdîanameyê da û diyar kir ku, nivîsandina pirtûka ku rastiya Girtîgeha 5 Nolu ya Amedê digire dest, wekî sûc hat ditin û wiha got: "Ev tê wateya qedexekirina ramanê. Li Zindana Amedê sûcê mirovahiyê pêk hat. Bi sedan mirov di îşkenceya herî giran re derbas bû û seqet man. Bi dehan girtiyan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Min bûyer û geşedanên bi çavê xwe dît nivîsand. Min li ser vê rastiyê xebata pirtûkê kir û ev hêj nehatibû çapkirin. Li kudera cîhanê hatiye dîtin ku mirov çavdêriyên xwe û serpêhatiyê xwe binivîse bûye sûc?"
Dîsa axaftinên telefonê jî wekî delîlên sûc hatin dîtin. Rûniştin dê sibê berdewam bike.