Pîrozbahiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin

Pîrozbahiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin

Pîrozbahiyên 35. salvegera damezrandina PKK'ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di merasîma pîrozbahiyê de Endamên Konseya Fermandaran a HPG'ê Amed Pîran û Azad Sîser, ji fermandarên YJA STAR'ê Evîn Amed, Zinarîn Serhat û ji fermandarên HPG'ê Çekdar Wan û Sadik Guyî amade bûn.

Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Amed Pîran di axaftina xwe ya li merasîma salvegera damezrandina PKK'ê de got, "Heta derketina Rêber Apo, dewletên li Kurdistanê serdest di nava nêzîkatiyeke welê de bûn ku hewl didan li ser navê Kurdayetiyê ti nîşane û nirxekî nehêlin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Kurd li her çar parçeyên lê dijîn rastî sîstemeke qirkirinê hatin û hewl hat dayîn ji rastiya xwe werin dûr xistin. Rêber Apo di demeke ku ev sîstema înkar, zext û qirkirinê derket asta herî bilind de, dest li vê dîrokê werda û perspektîfa çalakî û rêxistinî ya pêşeroja wekhev û azad a gelê Kurd û tevahiya gelên bindest derxist holê û xist meriyetê. Lewma em 36. salvegera damezrandina partiya xwe di serî de li Rêber Apo pîroz dikin û dilsozî, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Dîsa em vê salvegera dîrokî li hevalên xwe û gelê xwe pîroz dikin.

Di vê salvegera ku mîlada gelê Kurd e de, şehîdên xwe yên ezîz bi hestên ji kûrahiya dilê xwe bibîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku emê Kurdistana wan di rêya wê de canê xwe dane, bi serketinê tacîdar bikin."

Amed Pîran da xuyakirin ku PKK di cewhera xwe de tevgereke Rêberiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî tevgereke Rêberiye PKK di heman demê de partiyeke şehîdan e. Ji roja PKK û xeta berxwedanê di mejiyê Rêber Apo de xwe da der û vir ve, li gel perspektîfa azadiyê ya gelê Kurd, hemû gelên hatine înkarkirin û bindest li navenda vê xetê cih girtin û têkoşiyan.

PKK'ê heta roja îro bi şehîdên xwe re timî gavên nû da avêtin û ev yek ji xwe re kir rêbazek. Gelê Kurd ê bi Egîd re bû artêş, bi Bêrîtan û Zîlanan re xwe gihand artêşbûyîna jinê ya azad. Rêbazê şer û têkoşîna ku yekemcar li cîhanê jinên Kurd di xeta Rêber Apo de îro dimeşîne, gihaştiye wê astê ku ji tevahiya jinên cîhanê re pêşengiyê bike."

Pîran pêvajoya "Şerê Gel ê Şoreşger ê 2012'an" bibîr xist û got, "Pêvajoya şerê gel ê şoreşger, hêza Rêbertiyê û PKK'ê careke din nîşanî her kesî da. Bi taybetî berxwedanên Şemzînan, Çelê û Elkê nîşan dan ku PKK di rewşa heyî de dikare çi bi ser bixîne. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me yên rêzdar şehîd ketin. Şehîdên me bûn havên û karaktera berxwedanê. Fermandarên pêşeng ên berxwedana Şemzînan, Elkê û Şerê Gel ê Şoreşger Rûbar Mêrdîn, Mehmed Guyî, Rojîn Gewda, Kerîm Şirnex û Reşîd Serdar bi berxwedaneke bêhempa beşdarî karwanê şehîdan bûn. Ji ber vê yekê ev hevalên me fermandarên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşger in. Ev hevalên me yên li xeleka şehîdan a PKK'ê zêde bûn, bêguman xeta Rêbertiyê û PKK'ê xurt kirin. Em weke milîtanên Apoyî û şopdarên şehîdan; emê heta dilopa dawî ya xwîna xwe di rêya wan de bimeşin. Jiyaneke ji bilî vê li me heram e."

Pîran ragihand ku di sala 35. de Tevgera Apoyî li derveyî çar parçeyên Kurdistanê belav bûye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di asta heyî de PKK Kurdistan derbas kiriye û bûye hêza diyarker û bingehîn a Rojhilata Navîn. Di kaosa heyî ya Rojhilata Navîn de PKK'yeke ku bûye hêza sêyemîn li holê heye. Rastiya xeta sêyemîn piştrast bûye."

Amed Pîran axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Salvegera damezrandina partiyê li Rêberê me, hemû hevalên me yên têdikoşin, gelê me û dostên gelê me pîroz be."