'Peywira Birçîbûnê' li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tê nîşandan
'Peywira Birçîbûnê' li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tê nîşandan
'Peywira Birçîbûnê' li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tê nîşandan
Dokûmantera "Peywira Birçîbûnê" ya li ser grêva birçîbûnê ya herî girseyî ya dîrokê, ku ji aliyê girtiyên siyasî yên Kurd ve 68 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin, wê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bê nîşandan. Derhênerê dokûmanterê Ûlaş Sabahttîn Çelîk destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd li ser bingeha rastiya xwe, nasnameya sînemeya Kurd biafirînin.
Grêva birçîbûnê ya herî girseyî ya dîrokê, ku di 12'ê Îlona sala 2012ân de bi beşdariya hemû girtiyên PKK'yî û PAJK'î li girtîgehên Tirk destpê kir û 68 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam kir, bû mijara dokûmanterekê.
Bi vê armancê, derhêner Ûlaş Sabahattîn Çelîk, bi rêya Mediyan Fîlm "Peywira Birçîbûnê" amade kir û ji ANF'ê re qala dokûmantera xwe kir. Çelîk diyar kir, ku wî ev dokûmanter bi piştgiriya malbatên girtiyan, çalakgerên grêva birçîbûnê û xwendekarên li zanîngehên cûda dixwînin, amade kiriye û projeya dokûmanterê jî di encama 500 hevpeyvînên li gel hemû beşên civakê yên piştî roja 15 a grêvê amade kiriye.
Çelîk da xuyakirin ku wî bi van hevpeyvînan re analîza sosyolojîk a reaksiyona gelên Tirkiyê li beramberî çalakiyê, kiriye û got, "Di encama van analîzan de me careke din dît ku Kurd û Kurdistan di sedsala 21'an de jî hînê nayên qebûlkirin. Me dît ku kesên ji xwe re dibêjin rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û rojnamevan, vê rastiyê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin û pirraniya civakê jî bi vê têgihiştinê meşandine. Em jî ji vê rastiyê ketin rê û me xwestin li ser bingeha rastiya xwe, vê çalakiya dîrokî bikin dokûmanter."
Derhêner Çelîk pêvajoya çareseriyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di Newroza sala 2013'an de li Amedê destpê kir jî nirxand û got, "Birêz Ocalan gavên ji bo pêşerojê diavêje. Tirkiyê jî ji ber ku rastiya Ocalan û gelê Kurd qebûl kir, ev gav avet. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê, Kurdistaneke ku bûye yek û xwedî hêzeke xurt a çekdarî ye, heye. AKP ji hebûna vê Kurdistanê bi fikar e. Ji ber vê yekê, baweriya min bi hukûmeta AKP'ê û Tirkiyê nîne, lê di her şert û mercî de Kurdê bi ser bikeve. Rêbertiya me jî, ji ber vê pêşdîtinê, ev gav avêt."
Çelîk berxwedana girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ku ev 17 roj in di grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, silav kir.
Dem û cihên dokûmantera Peywira Birçîbûnê lê were weşandin weha ye:
- 1 Hezîran, Ankara Meydan Sahnesi ( 19.00)
- 2 Hezîran, Metro Cafe Gever-Colemêrg (13.30)
- 6, 7, 8 Hezîran, Kolana Konûr a Enqerê, Taxa Yuksel û pêşandana li kolanan a Sakarya
Di nava meha Tîrmehê de jî wê li Edene, Wan, Êlih, Amed, Stenbol, Îzmîr, Agirî, Bêdlis, Tetwan, Şirnex, Cizîr û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, wê dokûmantera Peywira Birçîbûnê were nîşandan.