"Pêwistiya Rojava bi derman heye"
"Pêwistiya Rojava bi derman heye"
"Pêwistiya Rojava bi derman heye"
KCD û rêxistinên pişeyî yên tenduristiyê, di encama lêkolînên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de eşkere kirin, ku di warê xizmeta tenduristiyê de kêmasiyên gelekî mezin hene û destnîşan kirin ku eger Deriyê Sînor ê Nisêbînê neyê vekirin, dibe ku mirov ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest bidin.
Şandeyek ji KCD, SES, Odeya Tabîban a li Bakurê Kurdistanê, Odeya Dermanfiroşan a Amedê û Doktorên Diranan, di navbera 26-29'ê Gulanê de li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn pêk anî û encamên van lêkolînên xwe bi civîneke çapemeniyê li avahiya KCD'ê bi raya giştî re parve kir.
Endama Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Saliha Aydenîz li civînê axivî û diyar kir ku wan li Efrîn, Qamişlo û Kobaniyê lêkolîn kirine. Aydenîz xizmetên tenduristiyê yên asta yekemîn ên Efrînê nirxand û got, "Beriya şer pergala tenduristiyê ya asta yekemîn, ji ser navendên tenduristiyê û doktoriya malbatan dimeşiya, lê piştî şer ev pergala tenduristiyê bi ti awayî naxebite. Beriya niha li bajarok, gund û navendê bi giştî 24 navendên tenduristiyê hebûn, lê niha bi tenê li navenda Efrînê 2 navendên tenduristiyê mane û ew jî gelekî pasîf in. Ev herdu navendên tenduristiyê têra 2 mîlyon mirovên li bajêr nake, lewma xeteriya nexweşiyên şewbê heye."
Aydenîz ji bo qonaxa duyemîn a xizmetên tenduristiyê li Efrînê jî got, "Tevî ku nifûsa bajêr 700 hezar bû jî, dewleta Sûriyê nexweşxane li navenda Efrînê çê nekir, di şûna wê de li Azaz a 35 km dûrî bajêr çê kir. Lê ji ber ku nexweşxane niha weke kozikekê ji aliyê çekdarên Îslamî ve tê bikar anîn, nikare xizmeta tenduristiyê bide. Beriya şer 3 nexweşxane hebûn, niha li van zêde nexweşxaneyeke gel a ji 30 doşekan hatiye avakirin û şertên giran de xizmetê dide. Beriya şer li gel 50 doktroan 300 xebatkarên tenduristiyê hebûn, lê niha ji ber ku maeşên xwe ji hukûmetê nastînin, xebatkarên tenduristiyê kar nakin."
Aydenîz der heqê asta sêyemîn a xizmetên tenduristiyê de got, "Nexweşxaneya herî nêz a Zanîngehê, li Helebê ye. Lê nexweşxaneya Zanîngeha Helebê ji sê paran yekê dikare xizmetê bide. Ji ber şerê dijwar ê li Helebê, xebatkarên tenduristiyê bajar terikandine."
Aydenîz da xuyakirin ku Şaredariya Efrînê jî di rewşa niha de dikare bi tenê ji sedî 10'an xizmetê bide û ev yek jî dikare rê li ber rûdana nexweşiyan veke.
Aydemîz çavdêriyên xwe yên li Qamişloyê jî parve kir û got, "Nifûsa Qamişlo beriya şer 500 hezar bû, niha gihaştiye mîlyonekê. Asta yekemîn a xizmetên tenduristiyê li Qamişloyê li gel kêmasiyan jî dewam dike. Xizmetên tenduristiyê yên asta yekemîn, hînê ji aliyê hukûmeta navendî ve tê meşandin."
Aydenîz li ser asta duyemîn a xizmetên tenduristiyê yên li Qamişloyê de agahî da û got, "2 jê ya dewletê 4 jê yên taybet bi giştî 6 nexweşxane hene. Ji ber qutbûna elektrîkê emeliyat û di karên laboratûarê de kêmasî rû didin. Kêmasiyên di asta duyemîn de li Qamilo hene, dişibin yên mîna Efrînê."
Aydenîz de heqê xebatê Şaredariyê de jî diyar kir, ku li Qamişlo bi giştî 6 şaredarî hene û hin ji van bi hukûmeta navendî ve girêdayî ye hin ji wan jî, ji aliyê gel ve tên rêvebirin.
Li ser çavdêriyên Kobaniyê jî Aydenîz ragihand, ku astên yekemîn û duyemîn ên tenduristiyê ji ber şer bi temamî ji ser Qamişlo tê rêve birin. Aydenîz da xuyakirin ku li herêma Serêkaniyê û Hesekê, çekdarên Îslamî navendên tenduristiyê weke mewziyê bikar tînin û destnîşan kir, ku ev rewş di heman demê de li dijî huqûqa şer e. Aydenîz diyar kir ku xizmetên tenduristiyê yên li Tiltemer bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ve tên meşandin.
Aydenîz ragihand ku ji ber kêmasiyên xizmeta Şaredariyê jî, xeteriya rûdana nexweşiyan heye.
Aydenîz di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku navendên tenduristiyê yên li Efrîn, Qamişlo, Kobanî, Serêkaniyê, Tiltemer û Hesekê xwedî potansiyela dayîna xizmeta tenduristiyê ne, lê ji ber tinebûna xebatkarên tenduristiyê û dermanan, ev xizmet nikarin bên dayîn. Aydenîz bang li hukûmeta Tirkiyê jî kir ku tavilê Deriyê Sînor ê Nisêbînê veke û rê bide şandina dermanan.