'Pêwîste Konferansa li Amedê ji yekîtiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike'
'Pêwîste Konferansa li Amedê ji yekîtiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike'
'Pêwîste Konferansa li Amedê ji yekîtiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike'
Di “Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê” de di axaftina li ser navê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) de hat gotin ku ew bawer in ev konferans pêşengiyê ji yekîtiya çar parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn re bike. Her wiha DOKH ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pênaseya “Fîlozofê sedsala 21. û rênîşander” bi kar anî.
Di konferansa dîrokî ya li Amedê de bi serenavê “Li Bakurê Kurdistanê statu û destûra bîngehîn” di axaftina li ser navê DOHK’ê hat kirin de li ser xweseriya demokratîk hat rawestîn.
XWESERIYA DEMOKRATÎK
DOKH destnîşan kir ku “Pirsgirêka gelan a azadiyê pirsgirêkeke demokrasiyê ye” û wiha hat gotin: “Pirsgirekeke gelekî yê hatiye înkarkirin û bêstatu hiştina wî ye. Projeya me ya azadiyê wek modeleke demokrasiyeke radîkal xweseriya demokratîk e.”
Di axaftina li ser navê DOKH’ê de hat gotin ku heta roja îro di şerê li Kurdistanê de wek jin hebûn û gihiştine tecrûbeyeke muezzem. Û wiha hat gotin: “Em wer bawer in eger muzakere û şêwazê rêveberiyeke ku jin têde nîn be wê ne demokratîk be. Çi di destûra bingehîn a nû de çi jî di terîfa gelên Kurdistanê de em dibêjin pêwîst e bi nêrîneke azadîxwaziya cinsiyetê were avakirin.”
Di axaftina li ser navê DOKH’ê hat kirin de bendewariyên ji konferansê wiha hatin rêzkirin:
Divê di destûra bingehîn a nû de mafên bingehîn ê gelê Kurd were dayîn û parastin.
Divê pêkhateya konferansê, berxwedana Rojavayê Kurdistana bi hêza cewherî derketiye holê silav bike.
Her wiha li gorî dilsoziya bi bîranîna Sakîne, Fîdan û Leyla re heta kujêrên wan werin aşkerekirin biryardariya têkoşînê jî di vê konferansê de hebe.
Em bi baweriya ku wê serdema me bibe sedsaleke azadîxwaziya cinsiyetê wek jinên Kurdistanî em careke din dubare dikin em ê jiyaneke bêstatu êdî ket qebûl nekin. Di berbanga bihara Kurd de ya wê ji tevayî Rojhilata Navîn re bibe mînak, di konferanseke wiha de hatine gel hevdu ji bo me rûmet e. Wek DOKH em ji fîlozofê sedsala 21.û rênîşander Birêz OCALAN re ji bo di konferanseke wiha de em anîn gel hevdu; şehîdên Kurdistanê Seyit Riza, Bese, Zerîfe, Şeyh Seîd û lehengên bêhejmar re ku nehiştin em berxwedanê ji bîr nekin bi rêz, hurmet û hezkirin bi bîr tînin û em destnîşan dikin ku em spasdariya ji bo wan wek deynekî dibînin.”