Pevçûnên li Cizîrê dewam dikin

Pevçûnên li Cizîrê dewam dikin

Li Cizîrê, pevçûnên piştî merasîma veşartina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Tadik destpê kir, dewam dikin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, piştî ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Tadik (Serhat Botan) hat veşartin, polêsan dest li girseya gel a li kolana Nisêbînê werdan û pevçûna li se vê destwerdanê destpê kir, dewam dike.

Pevçûna ku li kolana Nisêbînê û çend kolanên derdorê destpê kir, li kolana Hezex, Yasevî û Dortyol belav bû. Ciwanên li van kolanan li hev kom bûn, li êrişa bombeyên gazê û guleyên plastîk rast tên. Ciwan jÎ bi molotofkokteyl, kevir û bombeyên deng bersivê didin polêsan. Dİ encama molotofên ciwanan de, gelek kamerayên mobese zerar dîtin.